ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-04 09:00:25 * Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrdînê Mûstafa Bozan guherînin di pergala perwerdehiyê de hatin kirin rexne kir û destnîşan kir ku dê pergala performansê bi awayekî neyînî bandorê li têkiliya di navbera mamoste û xwendekar de bike.  * Li Dîlokê ku berê 10 hezar dezgehên merşkeran hebûn, niha tenê hoste Yaşar Elbîr vî karî dike. Elbîr anî ziman ku berê bajar debara xwe bi merşkeriyê dikir, lê belê niha qîmeta vî karî nemaye.    * Rojnamevan Şerîfe Orûç ku nêzî 2 salin li ser beyanên hin şahidan di girtîgehê de ye, dê danşîna doza wê di 8’ê Gulanê de pêk bê. Parêzer Mesût Aydin got: “Dadgeh bi awayekî taybet bi muwekîla min re eleqedar dibe û hewl dide dema girtina wê dirêj bike.”    * Li gundê Kabali yê navçeya Kadişehîr a Yozgatê 11 hezar donim erd ku tapoya wê hat çêkirin, li 5 donimê wê baxçeyê fêkiyan hat çêkirin. Çend roj berê jî erdên tapoya wan hat çêkirin ji bo 25 salan bi kirê dan şîrketekê.    * Ji bo berdana Selahattin Demirtaş ku niha wekî namzetê serokomariyê yê HDP’ê navê wî derdikeve pêş, dê serî li YSK’ê bê dayîn.    * Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû, diyar kir ku tekane alternatîfa ji bo rûxandina pergala heyî HDP ye û got: “HDP û şerê ku HDP temsil dike hêviya vî welatî ye. Ev hêvî carekê mezin bû, şîn bû. Em ê pêşerojê ava bikin.”    * Nûnerên saziyên Elewiyên li Edeneyê û Mêrsînê, diyar kirin ku ew ji bo wekhevî, azadî, edalet, demokrasî û aştiyê xwe ji bo 24’ê Hezîranê amede dikin û gotin: “Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek.”   * Hikûmeta AKP'ê beriya referanduma Serokomariyê ya 16'ê Nîsanê soza "Ger erê derkeve dê aborî baş bibe" dan, lê piştî AKP di referandumê de dengê "erê" bi dest xist dijberî sozên AKP'ê bêtir aborî xera bû û dolar 4 tl derbas kir. Bi sedan kargerî û şîrket hatin girtin. Bi sedan şîrket hatin firotin.     * Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 4 girtiyên nexweş ên giran ji bo daxwaza tenduristiya wan bê başkirin, ji 20 Nîsanê vir ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Greva girtiyan 15 roj li pey xwe hişt.    * Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK ku “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kiribûn, dê Rêxistina HDP’ê ya Amedê ziyaret bikin. Heyet dê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, siyasetmedar Ahmet Turk û wekîlên HDP’ê ve bê pêşwazîkirin. (11.00)   * HDP dê ji bo aşkerkirina namzetê Serokomariyê bi beşdariya hevserokên xwe giştî, endamên MYK, PM û Meclîsa Jinan dê li Amed û Stenbolê hemwext civînên çapemeniyê li dar bixe. (17.00)    * 205 siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya "KCK" a Stenbolê tên darizandin dê doza wan li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bê dîtin û dosyeya wî bi bandor bê birêvebirin dê li ber Edliya Amedê çalakiya heftane dewam bike. (13.30)    * Partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li Dersimê li ser mijara "Terteleya Dersim û geşedanên siyasî yên rojane" dê li Komeleya Elewiyên Demokratîk gotûbêj li dar bixin. (16.00)