Yên nabin cerdevan bi zextan koçber dikin 2017-10-12 10:07:46 ŞIRNEX - Di salên 90'î de gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin, ji van yek jî Beşebab bû, di demên dawî de qedexe, zext û pêla koçberiyê zêde dibe. Welatiyên li çoltarê dijîn, cerdevaniyê li ser wan ferz dikin yên qebûl nakin wan koçber dikin. Piştî şer û pevçûnên li herêmê zêde bûn, wekî gelek herêmên Kurdistanê li navçeya Beşebabê ya Şirnexê jî zextên li ser welatiyan zêde bûn. Leşkerên ku bi mehan e li herêmê operasyon dane destpêkirin, zextan li welatiyan dikin dixwazin gel bi zorê bikin cerdevanên xwe. Di serî de li navenda bajêr, li gelek gundên herêmê zextên li ser welatiyan gelekî zêde bûne, welatî ji ber "herêma ewlehiya taybet" nikare biçe zeviyên xwe û bax û baxçeyên xwe mêze ke. Ji ber tundiya leşkeran gelek malbatan malên xwe bar kirin û çûn bajarên cuda.   DIXWAZIN WAN BIKIN CERDEVAN   Piştî şerê li herêmê dest pê kir, zextên ji salên 90'î zêdetir li ser gel tên meşandin. Welatiyên ku naxwazin bibin cerdevan, di demên dawî de tên binçavkirin û bi hincetên vala davêjin girtîgehê. Ji ber girtin û binçavkirina li navçeyê gelek malan bar kir. Herî dawî li navçeyê 10 kes hatin binçavkirin û 2 kes ji wan hatin girtin. Ji van gundan yek jî gundê Kasrê ye. Dîsa gundê Setkarê jî di salên 90'î de hatibû valakirin, welatiyên bi kedek mezin di salên dawî de gundên xwe vegeriyan û ji nû ve ava kirin, îro dîsa bi valakirinê re rû bi rû ne.   Gundê ku di sala 2015'an de welatiyên bi navê Ahmet Temel kurê wî Behçet Temel û xizmên wan Alya Temel di êrîşa topan de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber êrîşên topan nikarin biçin zeviyên xwe û li herêmê pez û dewarên xwe biçêrînin. Ji ber zextan welatî koçber dibin.   AN KOÇBERÎ AN KARKER DEMSALÊ   Gundê Çemanê di demên dawî de di dorpêça hêzên dewletê de ye, di ketin û derketina gund de noqteyên leşkerî hatine danîn. Li gund cerdevan jî hene û her dem malên HDP'iyan dişopînin û welatî ji ber nerihetiyê malên xwe bar dikin. Gelek mal di demên dawî de koçî Şirnex û Wanê kirin. Ji derveyê koçberiyê gelek welatî ji neçarî karkeriya demsalî dikin. Hat diyarkirin ku herî zêde ciwanên li herêmê zextan dibînin, di kontrola nasnameyê ya GBT'ê re derbas dibin û ji ber zexta fîzîkî ciwan ji herêmê direvin.