Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin 2018-05-03 20:12:50   AMED -  Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Îsmaîl ku 10 roj berê li Mêrsînê hatibû binçavkirin û wî anîn Amedê, hat girtin. Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Îsmaîl Çoban ku di 23’yê Nîsanê de li di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li Mêrsînê hat binçavkirin, ew anîn Amedê. Piştî karên îfadeyê li Emniyeta Amedê Çoban sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” Çoban sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kir. Dadweriyê biryara girtina Çoban da û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Nehat hînbûn ku ka Çoban ji ber çi hatiye girtin.