6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin 2018-05-03 17:12:31 STENBOL - Ji 8 kesên bi îdîaya “Dê çalakiya sansasyonel li dar bixin” ên berî 1’ê Gulanê hatin biçavkirin, 6 jê hatin girtin.    8 kesên berî 1’ê Gulanê li Stenbolê hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliya Çaglayana Stenbolê hatin kirin. Dozger bêyî ku îfadeya 8 kesan bigire, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin û ji 8 kesan 6 jê hatin girtin. Endama Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ummuhan Ozdemîr, Rêveberên Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ê Zeytînburnu Hasan Kilik,  Ersîn Sedefoglu, Mustafa Kubîlay Sever, Engîn Sînag û Gonul Goren hatin girtin û Kerem Bukre û rêveberê HDP’ê yê navçeya Bagcilarê Erkan Çevîkcan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    8 kes bi îdîaya “Dê çalakiya sansasyonel li dar bixin” berî 1’ê Gulanê hatibûn biçavkirin.