ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide 2018-05-03 15:48:25   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojname girtî û rojnameger girtine, lê çapemeniya azad li dû şopa rastiyê diçin û li ber xwe didin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya 3’yê Gulanê Roja  Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bila êdî zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin. Çapemeniya azad dê tu carî bêdeng nemîne. Di roja Rojnamegertiya Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Tirkiyeyê rojname girtîne û rojnameger girtîne. Lê çapemeniya aza li dû şopa  rastiyê diçe û li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê herî zêde di qada çapemeniyê de bêmafî derdikevin holê. Di pêvajoya  OHAL’ê de saziyên çapemeniyê hatin girtin, dest danîn ser heyînên malên wan wan. Bi sûcdariyên keyfî rojnameger girtin, dest danîn ser rojname û çapçaxaneyê. Bi girtin, binçavkirin, dest danîna ser malên çapemeniyê û êrîşên li ser çapemeniyê, hewl didin çapemeniya azad teslîm bigirin. Bi boneya Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê em hemû kedakrên çapemeniyê ji ber berxwedana wan a birûmet silav dikin. Divê biryara girtina saziyên weşanê yên çapemeniyê bên betalkirin.”