Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne 2023-12-07 17:01:27   AMED - Piştî biryara domandina rewşa girtî ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin: “Rojnamegerî sûc nîne.”    Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê biryara domandina rewşa girtî ya Muftuoglû da. Piştî danişînê, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, Parlamenterên HEDEP’ê yên Amedê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî tev li daxuyaniyê bûn.    ALTAN: ÎDIANAME VALA DERKET    Di serî de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û wiha got: “Em li benda tehliyeya Dîcle Muftuoglû bûn lê nehat berdan. Weke di parastina Dîcleyê û parêzerên wê de jî hate dîtin, îdianame bi temamî vala ye. Bi temamî li ser derew û îftîrayan hatiye amadekirin. Bi parastinan ve ev îdia tevek vala hatin derxistin. Dibe ku dadger destûrê bi kar bînin lê kesên li şûna wan tên tayînkirin divê qet nebe haya wan ji hiqûqê hebe. Lê pir ji rêzê nêz bûn û rewşeke derhiqûqî derket holê. Dîcle nehat berdan. Em rojnameger in. Em dixwazin hevalên me Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevalên me yên din tavilê bên berdan. Demek beriya demekî vê bêhiqûqtiyê bi dawî bikin.”    OK: ŞANOYA DARIZANDINÊ    Hevdîrektorê MLSA’yê Veyse Ok jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev darizandin şanoyek bû. Lê hinek usûlên eşkere yên şanoyan hene. Heta li gorî van qeydan jî tevnegeriyan. Hêj parastinên parêzeran neqediyabûn ku biryar dan. Cara ewil e tiştekî wiha dibînim. Îdianame bi temamî têkildarî xebatên rojnamegeriyê yên Dîcleyê de bûn. Dev ji girtinê berde, divê Dîcle nehate binçavkirin jî. Hêvîdarim ku di danişînan de were berdan.”    Sekretera Giştî ya TGS’ê Banû Tuna jî destnîşan kir ku careke din rojnamegerî hatiye darizandin. Tuna, bi domdarî gotina Muftuoglû ya “Rojnamegerî sûc nîne” bi bîr xist.    ‘ROJNAMEGERÎ NAYÊ DARIZANDIN’    Rêvebera MKG’ê Roza Metîna jî got ku dê dev ji parastina rojnamegeriyê bernedin û wiha bi dawî kir: “Ev danişîn, bêdaletî ye, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Dîcle Muftuoglû heta niha jî ji bo gel rojnamegerî kir. Tu caran serî netewand. Rojnamegerî sûc nîne û nayê darizandin.”