Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin 2023-12-07 17:00:26   ÎZMÎR - Danasîna mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê, li Fûara Îzmîrê hate kirin.    Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO) û Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB) di 17’emîn Fûar û Kongreya Tûrîzmê ya Navneteweyî ya Îzmîr a Turket Travel de stand vekir. Tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tûnç Soyer, Serokê TURSAB’ê Fîrûz Balikaya û gelek kes hatin serdana standa ku danasîna mîrateya çandî û dîrokî ya Amedê lê hate kirin.     Di standê de diyarî hatin pêşkeşkirin, stranên Ma Musicê amade kirine pir hatin ecibandin. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî û got: "Em wek ode, borsa û saziyên sivîl tevlîbûn. Di bajarê me de lêhatinên tûrîzmê rêjeyeke girîng digire. Dîroka Amedê xwe digehîne 12 hezar 500 salan. Amed malovaniya 33 şaristaniyan kiriye. Êdî em ê wek saziyên hilbijartî yên sivîl ji bo danasîna bajarê xwe dê tev li van fuarên bi vî rengî bibin. Em ê xwarin, dîrok, çand û muzîka xwe bidin nasîn."   Serokê DTB’ê Engîn Yeşîl jî diyar kir ku ew ji bo danasîna bajarê xwe di fuarê de cih digirin.