Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan 2018-05-03 13:59:08   WAN - Dadgeha îstînaf a Erzirûmê, cezayê bersûcên kuştina zaroka 38 rojî betal kir û bersûc beraet kirin.     Li Wanê, zaroka 38 rojî di Çileya 2016’an de, bi derpkirin û îstîsmara zayendî hatibû kuştin. Der barê bûyerê de dayîka zaroka biçûk P.T. û du kesên alîkarî dan wê F.A. û Y.G. hatin girtin û danişîna biryara dozê di 22’yê Kanûna 2017’an li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. Dayîk P.T. a dihat darizandin, bi cezayê “Bi awayekê hovane zaroka ku nikare xwe biparêze kuştin û ev sûc li dijî kesekê ji zûriyeta xwe pêk anîn” girtîgehê yê mûebeta giran hatibû cezakirin. Ji bo bersûcên alîkarî dan wê F.A. jî bi sûcê “Zaroka ku nikare xwe biparêze bi awayekê hovane kuştin” û “Îstîsmarê” cezayê muebetê ya giran hat dayîn û ji bo Y.G. jî  bi sûcdariya “Alîkarî kirin” 15 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.      Bûyera ku di raya giştî de rastî bertekek mezin hat, parêzerên bersûcan bi daxwaza cezayên bersûcan bên betalkirin serî li Dadgeha Îstînafê  ya Erzirûmê dan.    Dadgehê îtîraz nirxand, cezayê ji bo dayîk P.T. û bersûc Y.G.. hatibûn dayîn xerab kir û biryara beraetê da. Dadgehê bi hinceta “Nebûna delîlên şênber” biryara cezakirina dadgehê ya darbarê her du bersûcan de betal kir û serledana îtîra parêzeran a F.A. red kir.   Dadgehê, li ser esasê rêya temyîzê ya darbarê vê biryarê de vekirî ji dadgeha herêmî re şand. Bi du bersûcên hatin berdan re tenê bersûc F.A. di girtîgehê de man.    Piştî vê biryar Dadgeha  Îstînafê, parêzerên mexûran xwe amade dikin serî li Dadgeha Bilind bidin û vê biryarê îtîraz bikin.