Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê 2023-12-07 15:24:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 18’emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê berdewam dike de, Peymana Lozanê û encamên wê hatin nîqaşkirin. Ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser di pêşkeşkirina xwe de wiha got: “Bi Peymana Lozanê projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê; profîleke unîter, navendîparêz û netewperest a Tirkiyeyê derket pêş.”   Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamenta Ewropayê Konferansa Kurd a 18'emîn li dar dixe. Konferans di roja duyemîn de berdewam dike. Di rûniştina ewil a konferansa bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” tê lidarxistin de Peymana Lozanê û encamên wê hatin nîqaşkirin.    Ji Zanîngeha Leîpzîgê Nîl Mûtlûer moderatorî ji rûniştinê re kir û ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser bi sernvaê "Peymana Lozanê: Dîrok û Dewamiya Siyasî" pêşkêşiyek kir. Kîeser ku dema encamên Peymana Lozanê nirxand gotina 'felaketek e' bi kar anî û anî ziman ku mafên civakên xwecihî di vê demê de hatin avêtin.   Kîeser anî ziman ku Naziyan sûd ji kiryarên dewleta tirk wergirtin û destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên heyî de Peymana Lozanê heye. Kîeser bi nîşandana nexşeyekê bal kişand ser polîtîkayên guhertina demografiya li Kurdistan û Tirkiyeyê û ragihand ku kurd bi vê peymanê re bêyî bibin xwedî mafê hindikahiyan bûn hindekahî. Kîeser got, “Bi Peymana Lozanê projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê; profîleke unîter, navendîparêz û netewperest a Tirkiyeyê derket pêş.” Kîeser got, "Naziyan ev yek baş fêhm kirin" û sûd ji encamên Lozanê wergirtin.   MESELEYA KURD MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ YE   Ji Zanîngeha Bîelefeldê Jan Yasîn Sûnca jî diyar kir ku meseleya kurd di heman demê de 'meseleyeke bê aştiyê' ya li herêmê ye û destnîşan kir ku di bingeha vê pirsgirêkê de 'mêtingerî' heye.   Yasîn Sûnca yê got ku “Meseleya kurd di heman demê de meseleyeke navneteweyî ye” destnîşan kir ku di dîrokê de timî neheqî li kurdan hatiye kirin. Sûnca wiha berdewam kir: “Heke berxwedana we jî tê cezakirin, hingî her kêlî neheqî ye” û bal kişand ser xistina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê. Sûnca got, "Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin."   DÎCLE: DI KODÊN DEWLETA TIRK DE NEÇARESERÎ HEYE   Pêşkêşiya dawî ya panela destpêkê ji aliyê rojnamevan Amed Dîcle ve bi sernavê "Ewropa û Pirsgirêka Kurd: Berpirsyariya Dîrokî û Bendewarî" hate kirin. Amed Dîcle bi kurdî pêşkêşiya xwe kir û bal kişand ser sedsaleke bi înkar û îmhakirina kurdan derbas bû.   Amed Dîcle got, “Kurdên ku îro nifûsa xwe zêdeyî 40 milyon mirovî ye, weke gelê herî mezin ê bêdewlet hebûna xwe dewam dike. Di encama têkoşîneke demdirêj de bûye aktorekî polîtîk."   Amed Dîcle wiha berdewam kir: "Di kodên dewleta Tirkiyeyê de çareserî nîne, bêçareserî heye."   Amed Dîcle işaret bi pozîsyona kurdan a di şerê navxweyî yê Sûriyeyê û destketiyên Kurdan kir û got, "Peymana Rojava yanî Destûra Bingehîn a Rojava tştekî welê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin. Ji bo gelan, ji bo demokrasiyê pêşnûmeyek ji vê baştir nîne."