Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye? 2023-12-07 15:09:18   ENQERE - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek bi pêşniyazpirsa pêşkeşî Meclisê kir piştî erdheja li Gemlîkê çêbû, pirsa rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mûtleq de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin kir.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji bo ku piştî erdheja li Gemlîkê çêbû derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin de agahiyê bistîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.    Di pêşniyazpirsa ku bi daxwaza Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi bersivîne hate pêşkeşkirin de wiha hate gotin: “Tê gotin ku pileya erdhejeke gengaz ku li Marmarayê çêbibe dê di navbera 7.0 û 7.5 de be. Di demeke ku erdheja Marmarayê di rojevê de Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ragihan ku di 4’ê kanûnê de li perava Gemlîkê ya Behra Marmarayê bi pileya 5.1 erdhejek çêbûye. Ji ber Girava Îmraliyê li ser xeta faya erdheja gengaz a Marmarayê ya Mezin e û erdheja dawî ya li Gemlîkê; ji ber xesar/zerara li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê nayê zanîn û rewşa ewlehî û tenduristiyê ya birêz Abdullah Ocalan ê di bi şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên wergirtin ne diyare fikarên civakî zêde bûne.”   ‘HEVDÎTINA RÛ BI RÛ WÊ FIKARAN JI HOLÊ RAKE’    Çîçek, di berdewama pêşniyazpirsê de wiha hate gotin: “Ji ber tecrîda mutleq a derveyî mirovahiyê ya li birêz Ocalan tê kirin çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ li 104 girtîgehan dest pê kir û her ku diçe belav dibe hate destpêkirin berdewam dike. Divê çalakiya grevên birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û fikara civakî ya ji ber erdheja dawî çêbûyî li ber çavan were girtin û tecrîda derveyî mirovahiyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin. Di vî warî de encax bi hevdîtina rû bi rû ya bi birêz Abdullah Ocalan re fikarên civakî dikarin ji holê bên rakirin.”    Çend pirsên di pêşniyazpirsê de wiha ne:    “ Gelo hûn plan dikin ku fikarên malbat û bi milyonan mirovên ku piştî erdhejê ji jiyan û ewlekariya xizmên xwe yên li girtîgehê bi fikar in, ji holê rakin?   * Ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê yên li 104 girtîgehan ji ber pêkanînên tecrîdê yên li girtîgeheke ku em difikirin girêdayî wezareta we ye û bi tevlîbûna girtîgehên din li çalakiyan belav bûye, hûn plan dikin ku berpirsyariya xwe ya siyasî û hiqûqî bi cih bînin?   * Rewşa birêz Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayê girtin û ji tenduristî û ewlehiya wî bi fikarin çawa ye?   * Piştî erdheja Gemlîkê li Girtîgeha Îmraliyê tu xesar derketine holê?   * Li girtîgeha ku hiqûq lê nayê pêkanîn û bi taybet hatiye çêkirin hûn pêkanîna tecrîdê ya derveyî mirovahiyê bi dawî bikin?”