Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne 2023-12-07 12:32:41   RIHA - Miftiyê Rihayê hewl da karkerên tekstîlê yên ji bo mafên xwe têdikoşin û ji ber astengkirina leşkeran hatin hewşa mizgeftê, ji wir derxîne.    Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ji ber zext, gef û avêtinên ji kar, li pêşiya kargehê dest bi çalakiya berdana ji kar kirin. Çalakiya karkerên di roja 11’an de berdewam dike. Karkerên çalakger di saetên serê sibehê de hatin pêşiya avahiyê febrîqeyê û xwestin çalakiya xwe bidomînin. Lê belê leşkeran bariyer danîbûn pêşiya wan.    Leşkeran, kolana ku kargeh lê ye girtin û karker asteng kirin. Li ser gefa “mudaxeleyê” ya leşkeran, karker li hewşa mizgeftê ya li OSB’ê kom bûn. Miftiyê Rihayê Ramazan Tolan bi hinceta “Em nahêlin tu kes li cihê taetî tu kes çalakiyê li dar bixe”, xwest karkeran ji wir derxîne. Piştî ku karkeran bertek nîşan dan, Tolan mizgeft terikand. Karker, hêj li hewşa mizgeftê ne û çalakiya xwe didomînin.