135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in 2023-12-07 12:13:06   NAVENDA NÛÇEYAN - 135 rêxistinên saziyên sivîl ji bo endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) ên bi biryara dadgehê ji peywirê hatin girtin, daxuyaniyeke piştgiriyê parve kirin. Di daxuyaniya hatiye parvekirin de wiha hate gotin: “TTB em in, em li vir in.”   Ji her aliyê Tirkiye û Kurdistanê 135 saziyên di qadên cuda de kar dikin ên wekî konfederasyon, komeleyên piştevaniyê, partiyên siyasî, sazî, sendîka, rêxistinên maf û baweriyê û platform bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan endamên TTB’a tevahiya endamên wê yên Konseya Navendî bi biryara dadgehê ji peywirê hatine girtin.    Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku dixwazin bi TTB’ê çavê rêxistinên hemû pîşeyan, ode, sendîka û rêxistinên civakî û demokratîk bitirsînin û ev tişt hat gotin:    "TTB temînata mafê tenduristiya gel e û ji peywirê girtina wan bêyî tu bingehên hiqûqî ye û ev jî perçeyeke pêvajoya welat bê Destûra Bingehîn hiştinê ye.    Yekitiya Bijîşkan a Tirk;   * Li dijî tunekirina xizmetên tenduristiyê yên qada cemaweriyê, tenduristiyê kirina piyase û mal, mafê tenduristiya gel diparêze.   * Ji bo her kesê xizmeta tenduristiyê ya bêpere, baş, nêz û di zimanê zikmakî de, diparêze.    * Li dijî şer aştî û mafê jiyanê diparêze.   * Ji bo mafên kedkarên tenduristiyê û parastina ji tundiyê têdikoşe.    * Di pêvajoya Pandemiyê de ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, rastî bi gel re parve kir, meşandina zelal a pêvajoyê parast.     Tam jî ji ber vê yekê vê êrişa derhiqûqî li TTB’ê dikin û mafê jiyana tenduristî ya civakê hedef digirin.     Ji 100 hezar kesan zêdetir endamên Konseya Navendî ya TTB’ê hene û bi awayeke demokratîk tên hilbijartin. Bi peywirê girtina wan dixwazin çavên hemû rêxistinên pîşeyan, odeyan, sendîkayan, rêxistinên civakî yên demokratîk bitirsînin. Dixwazin li hemû yekîneyên rêvebirinê, li zanîngeh û herêmên xwecihî sepanên qeyûm ên desthilatê bi cih bikin.    Ya ku rastî êrişê hatiye ne tenê TTB ye, li dijî mafê gel ê tenduristî, rêxistinbûn û di welat de bi awayeke aştiyane jiyanê, hatiye kirin.    Em li dijî hewldana bêhiqûqî ya li dijî TTB’ê hatiye kirin bilindkirina têkoşîna xwe ya hevpar radigihînin.   TTB nayê bêdengkirin, TTB em in, em li vir in."