Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin 2018-05-03 12:27:32   STENBOL -  Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyên di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Gungorenê de hatibûn binçav kirin bigire, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.     Polîsan di 24’ê Hezîranê de bi ser avahiya HDP’ê ya Gungorena Stenbolê de girtibûn û 41 kes kiribûn binçavan. 31 kes piştî îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan hatin girtin, hatin berdan. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr a Stenbolê Cengîz Çîçek jî dinavê de 10 kesên dibin çavan de mabûn, piştî 6 rojan derxistin dozgeriyê.   Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.