Ji xebatkarên ETHA yên girtî peyama 3’yê Gulanê 2018-05-03 11:54:40   STENBOL - Xebatkarên ETHA yên Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê di girtîgehê de derbas kirin, di peyama şandin de wiha gotin: “Em nafikirin ku rojekê tenê erka  xwe ya ronîkirina taritiyê dereng bi cih bînin.”    6 xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) ku bi hincetên nûçeyên çêkirin di demên cûda hatin girtin, derbarê 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de, ji girtîgehê peyam şandin û diyar  kirin ku dê kevneşopiya çapemeniya azad berdewam bikiz.   Peyama ku rojnamegeran şandin wiha ye: “Em jî mîna bi dehan rojnamegeran 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê di girtîgehan de pêşwazî dikin. Heqîqet û wijdan, wekhevî û edalet mîna  nan, av û hewayê li ser vê axê pêdiviyên herî bingehînin. Em rojnamegerên hewl didin bibin dengên bindestan di şert û mercên girtîgehê de be jî, na fikirin ku rojekê bi tenê erka  xwe ya ronîkirina taritiyê dereng bi cih bînin.”      Ji edîtora ajansê Îsmînaz Temel û nûçegihana wê Havva Cuştan ji 25’ê Cotmehê ve girtîne. Nûçegihanên ajansê Alî Sonmez Kayar ji 6’ê Sibatê, Adîl Demîrcî ji 17’ê Nîsanê, edîtor Semîha Şajîn û nûçegihan Pinar Gayîp jî ji 19’ê Nîsanê û vir ve girtine.