Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 752’yemîn serlêdan kirin 2018-05-03 11:37:52   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin bikin cara 752’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Mazlum Dînç, Ebru Gunay û Muharrem Şahîn, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin, cara 752’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Paparêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’ank heta niha 751 caran serlêdan kirin û ev serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye", “koster di tamîrê de ye" û “OHAL” heye hatin redkirin.