Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin 2023-12-05 15:34:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana ya Tirkiyeyê de li bajarokê Bamernê yê Dihokê de, kesek jiyana xwe ji dest da.    Balafirên Tirkiyeyê îro serê sibê li bajarokê Bamernê ya Dihokê bombebaran kirin. Di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û kesek jî jî windaye.   Îro serê sibê balafirên şer yên Tirkiyeyê li bajarokê Bamernê yê Dihokê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên nûçeya Rojnews'ê  di encama êrişê de welatiyê bi navê Elî Cemîl (34) ê ji eşîra Gulye, jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Metîn Sidiq Elî (24) jî ku li ber sewalanên xwe bû û karê şivantiyê dikir, birîndar bûye. Herwiha tê gotin welatiyek jî piştî êrişê winda bûye û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.   Hate zanîn ku welatiyê bi navê Elî Cemîl ê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye, ji bajarokê Batufa yê Dihokê ye.