Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê 2023-12-05 15:11:33     RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan di civîna gel a Rihayê de, têkildarî grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de dom dikin axivî û got: “Girtî ji bo riya çareseriyê balê dikişînin Îmraliyê.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê, derbarê grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de tê ragirtin, were pêkanîn civîneke gel li dar xist. Civîn di eywana konferansê ya Baroya Rihayê de hat lidarxistin û gelek kes tev li civîna gel bûn.    Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sema Ayşeoglû, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku heya daxwazên girtiyên siyasî were pêkanîn, ew ê dengê xwe bilind bikin.    ‘KES NIKARE OCALAN BIDE BÎRKIRIN’   Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî derbarê çalakiya girtiyan de wiha axivî: “Girtî li dijî bêhiqûqiyan berdêlê didin. Em ê di her qadekê de dengê wan bilind bikin.” Ocalan destnîşan kir ku girtî hem peyamê didin dewletê hem jî didin wan û axaftina xwe wiha domand: “Destnîşan (Girtî) dikin ku muxatabê çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e, dema tecrîd hate şikandinê dê çareserî were. Ji bo çareseriyê balê dikişînin Îmraliyê. Dewlet li şûna vê, çareseriyê li cihekî din digere. Çareserî di nav hêzên şer dikin de çêdibe. Girtî bi rastiya xwe ya zelal ve, vê yekê tînin ziman. 33 meh in ku agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Tecrîdeke giran heye. Pirsgirêka kurd bi vî awayî nayê çareserkirin. Kes nikare Ocalan li vî gelî bide bîrkirin.”    Piştî avaftinan nîşandana sînevîzyonekê hate kirin. Civîn piştî nîşandana sînevîzyonê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di civîna gel de têkildarî grevên birçîbûnê pêşniyar û nêrîn hatin girtin.