Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest 2023-12-05 13:21:38   ŞIRNEX - Di doza Sakîne Kultur de dozger ji ber sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” xwest cezayê muebbeta giran li Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê yê Şirnexê Îbrahîm Barkin were birîn.    Jina bi navê Sakîne Kultur di 13’ê gulana sala 2022’yan de ji hêla Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bi sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” li Barkin doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Bersûc Îbrahîm Barkin  ji girtîgeha lê tê ragirtin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha Navenda Jinan a Dayika Taybet a Silopiyayê, parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzera Baroya Amedê Oyku Çakmak Osal jî di danişînê de amade bûn.    EWRAQÊN KÊM   Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzer Oyku Çakmak Osal mafê axaftinê girt. Osal, diyar kir ku daxwaza wan a ji bo temamkirina ewraqên kêm ji hêla şandeya dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê her tim got ku dê daxwazên we bên nirxandin. Dê bandoreke mezin a van ewraqan li ser dosyayê çêbibe. Em dixwazin ku xisûsên dozgeriyê kêm hiştine ji hêla we ve bên nirxandin. Em dibêjin ku bersûc peywir û hêza xwe ji bo xapandina mexdûrê bi kar aniye û suîstîmal kiriye.”   ‘GUMAN HEYE KU FAÎLÊN DIN JÎ HEBIN’   Osal, destnîşan kir ku şandeya dadgehê biisrar naxwaze kêmasiyên di dosyayê de neyên temamkirin û wiha pê de çû: “Pozîsyona bersûc gumanan zêde dike ku faîlên din jî di nava bûyerê de hebin. Di dosyayê de jî ev guman heye. Dozgeriyê îfadeyên van kesan negirt û vê yekê gumanên heyî zêdetir kir. Gelek telefonên aydê şexsî hatine tespîtkirin û em dixwazin ev jî bên nirxandin.”    Piştre jî parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û xwest rewşa girtî ya bersûc bidome.    DAXWAZA CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN    Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Di mutalaayê de dozger bal kişand ser derbên kêrê yên di rapora otopsiyê de û diyar kir ku bi vê yekê xuya dibe ku bersûc bûyer plan kiriye û wisa pêk aniye. Dozger xwest ku ji ber sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” cezayê muebbeta giran li bersûc were birîn. Her wiha dozger xwest ku cezayê bersûc neyê kêmkirin.    Bersûc Barkin û parêzerên wî jî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwestin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Ji ber ku nekarîn xwe bigihînin kurê Sakîne Kultur, dadgeh ji daxwaza guhdarîkirina wî lêve bû û ji bo parastina li dijî mutalaayê danişîn taloqî 30’ê çileyê kir.