Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin 2023-12-05 09:19:19   EDENE - Erhan Kaya yê 28 sal in di girtîgehê de ye destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bikin û li hemû beşên civakê banga “xwedî derketinê çalakiyê” kir.    Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” de di 27’ê mijdarê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dane destpêkirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Kayseriyê ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome, çalakiya xwe weke 5 rojan dorveger didomînin.     Erhan Kaya (53) yê 28 sal in di girtîgehê de ye banga xwedîderketina çalakiyê li hemû beşên civakê kir. Kaya, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Qeyseriyê jî teav li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûne û anî ziman ku heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya xwe bidomînin.