30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin 2023-12-05 09:15:30   RIHA - Faîk Taşkaya, 30 sal in li benda birayê xwe Huseyîn Taşkaya ye ku piştî hat binçavkirin tu agahî jê nehatine girtin e. Taşkaya diyar kir ku kiryar diyar in û got: "Em hestiyên xwe dixwazin."   Aqûbeta 17 hezar kesên ku di salên 1990'î de hatin windakirin, hê jî nehatiye eşkerekirin. Ji Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanûna 1993'yan de li navçeya Sêwêreg a Rihayê ji aliyê leşker, polîs û endamên eşîra Bûcak ve hat binçavkirin, 30 sal in agahî nayê girtin. Birayê Taşkaya Faîk Taşkaya (53) ku wê demê ji ber zextên cerdevanên ji eşîra Bûcakê ên navçeyê neçar ma koçî Stenbolê bike û piştî 24 salan di sala 2017'an de car din vegeriya warê xwe, der barê bûyerê de axivî.    Taşkaya anî ziman ku dema birayê wî hatiye binçavkirin 23 salî bûye û wiha got: “Birayê min avahîsaz bû û bi karê emlaqê re mijûl dibû. Li navçeyê kesekî hezkirî û rêzdar bû. Wê rojê ji bo xwarinê ji bo xebatkarên xwe re bibe hatibû malê. Saet derdora 13.00’an bû, leşker û cerdevanan avêtin ser malê. Wê rojê li navçeyê bi ser gelek malan de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin. Yek ji wan Ahmet Kalper bû. Ji wê rojê û vir ve tu xeber ne ji birayê min û ne jî ji Kalper nehatiye girtin."   MALBATA BÛCAK: ME EW TESLÎMÎ DEWLETÊ KIR   Taşkaya diyar kir ku piştî binçavkirinê çûne Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û got ku li midûriyeta polîsan rastî heqaret û êrişên fîzîkî hatine. Taşkaya anî ziman ku li midûriyeta polîsan bi zexta "koç bikin" re rû bi rû mane û wiha got: "Ji dayika min re gotin, 'Me ew girt (Huseyîn Taşkaya), em ê zarokên din jî bigirin. Gotin 'navçeyê terk bikin'. Zext û gef berdewam kirin." Taşkaya bilêv kir ku wan 9 roj şûn de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê dane, lê belê daxwaznameya wan nehatiye qebûlkirin. Taşkaya diyar kir ku wan wê demê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) jî daye û got ku serlêdanên wan nehatine qebûlkirin û ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan û Wezareta Karên Navxweyî re jî daxwazname nivîsandine, lê tu bersiv negirtine. Taşkaya anî ziman ku ji meqamên ku serî li wan dane, bersiva "Ne li cem me ye, herin mala axa" girtine û wiha got: "Em çûn mala Sedat Bûcak û me bi wî re hevdîtin kir. Sedat Bûcak got, 'Rast e me ew girt, lê me ew teslîmî dewletê kir.' Lêgerînên me berdewam kirin û hin amîrên polîsan ji me re gotin, 'Me ew berda, lê çûye çiyê.' Tekane bersiva xeyrî fermî ya ku me ji dewletê girt ev bû. Ji bilî wê tu agahî nedan me."   ‘DÊYA MIN 22 SALAN LI BENDA BIRAYÊ MIN MA'   Taşkaya anî ziman ku ji ber zextên li ser wan piştî demekê neçar mane koçî Stenbolê bikin û got ku lêgerîna wan li Stenbolê jî dewam kiriye. Taşkaya wiha domand: "Dêya min ji sala 1994'an sala ku me koçî Stenbolê kir heya sala 2016'an ku jiyana xwe ji dest da, li benda birayê min bû. Ji bo dayikekê ku kurê wê winda, ev tiştekî pir bi êş e. Bi salan li benda birayê min ma. Dêya min Dayika Şemiyê bû. Ew beşdarî her çalakiyê bû. Zarokên me hebûn, lê me nikarîbû li ber çavên dayika xwe ji wan hez bike. Ji bo ku dêya min neêşe me nikarîbû vê yekê bikira. Ev dramayek e û bi salan e em bi vê dramayê dijîn. 4 zarokên birayê min jî hene û ev 30 sal in bi tena serê xwe, bêbav, li metropolan mezin bûn."   ‘ÎNŞEAT HÊ JÎ WEKÎ WÊ ROJÊ NE'   Taşkaya anî ziman ku nedîtina kiryaran polîtîkaya dewletê ye û got: “Heta niha tu doz nehatiye vekirin. Herî dawî di sala 2009'an de me serî li Serdozgeriya Komarê ya Karbidestiya Taybet a Amedê da. Dozger îfadeyê girt û got ku ew ê lêpirsînê vekin. Lê em nizanin di kîjan qonaxê de ye. Ez di sala 2017’an de, piştî koça dawî ya dêya min, vegeriyam Sêwregê. 30 sal derbas bûn û înşaatên ku me bi birayê xwe re çêkiribûn hê jî mîna wê rojê ne ku birayê min hat windakirin. Me dest neda wan. Em dixwazin ku ew ji wekî bîranînekê ji me re bimînin. Rewşek pir dijwar e. Pergala ku van tiştan tîne serê me, dewlet e. Bi hezaran kesên mîna birayê min ji aliyê dewletê ve hatin windakirin."   ‘KIRYAR DIYAR IN, HATIN XELATKIRIN'   Taşkaya ku got “Em dixwazin ku gorekî birayê min hebe ku em di cejnê de serdana wî bikin" wiha dewam kir: “Mixabin dewletê ev tişt anî serê me û bi hezaran malbatan. Bersûc diyar in, sûcdar li şûna ku bên cezakirin bi zêdekirina pileya xwe hatin xelatkirin. Dewlet bi awayekî fermî dibêje 'hûn çi qasî zilmê bikin ew ê asta we jî ew qasî bilind bibe'. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê wê heta dawiyê bidome. Em ê tiştên ku hatine serê me ji bîr nekin."   Taşkaya bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wê qadê ji bo xwe weke gorekê dibînin. Ji ber ku gora xizmên me tune em diçin wê meydanê û qala rabirdûya xwe dikin. Dema AKP bû desthilatdar got 'em ê bi paşerojê re hevrû bibin.' Lê ev yek pêk nehat. Dest ji vê berda, dosya di bin navê qanûnê de di refan de hatin rizandin. AKP ji bo hilbijartinan nêzî êşa me bû. Yekane xema wan jî 'çawa dengên xwe zêde bikin' bû. Daxwaza me ew e ku edalet û hiqûq pêk were. Em dixwazin kujer bên cezakirin. Em tiştekî zêd enaxwazin, em hestiyên xwe dixwazin."    MA / Ceylan Şahînlî - Emrûllah Acar