Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe 2023-12-05 09:02:43   STENBOL - Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd de, dê li 160 navendan çalakiya "Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" û li Cenevreyê jî meşek were lidarxistin.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de ye, 33 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji bo rakirina tecrîdê li çar aliyê cîhanê çalakî û kampanyayên cuda tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 10’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek hat destpêkirin.   Starta kampanyayê ku dostên gelê kurd ew dan destpêkirin, li 74 navendên cuda yên cîhanê bi daxuyaniyekê û meşekê hat dayîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî, di roja 9’an de ye.   LI 160 NAVENDAN ÇALAKIYA 'ROJA PIRTÛKAN'   Di vê çarçoveyê de dê di 10'ê kanûnê de bi navê "Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" li 160 navendan rojên xwendinê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de ku armanca wê ravekirin û belavkirina paradîgmaya Rêberê PKK'ê ye, di vîdeoya di malpera "Ocalanbooks.com'ê" de hat weşandin de ev gotin hene: "Modernîteya kapîtalîst bi krîzeke kujende re rû bi rû ye ku li çar hawirdorê cîhanê bandorê li jiyana mirovan dike. Ji ber vê yekê dem dema yekbûna têkoşînê ye. Azadiya jinê, ekolojiya civakî, demokrasiya gel, paradîgmaya ku wê serketinê bi berxwedanên cîhanê re bîne, em xwe ji bo xwendinên qadan ên li pêş amade bikin, dest bi xwendina pirtûkeke Abdullah Ocalan bikin, em ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên hevpar rêbazan bibînin û em siberojeke azad biafirînin, di 10'ê kanûnê de ji bo Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê tevli me bibin!"    Li ser malpera "Ocalanbooks.com" ku di sala 2008'an de hatiye avakirin, wergerên bi îngîlîzî, almanî, îtalî, fransî, spanî, portekîzî, hollandî, danîmarkî, tirkî, tamîlî, katalanî, swêdî, yewnanî, baskî, koreyî û soranî ya pirtûkên Abdullah Ocalan hene.   DI 13'Ê KANÛNÊ DE MEŞA AZADIYÊ   Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve (CDK) ve qada Nationsê ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê" de dewam dike. Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çar sal in didome. Wê di 13'ê Kanûnê de di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" meşek bê lidarxistin.   NOBEDA AZADIYÊ DIDOME   Nobeda ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li qada ku Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ne, dest pê kir. Çalakiya ku ev 11 sal in didome û heftê heft rojan didome, bi tevlîbûna komên cuda didome.   DÊ KAMPANYAYÊ TÊXIN ROJEVA PE'YÊ   Li aliyê din îro dê li Parlementoya Ewropayê (PE) 18'emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye û Kurd ku ji aliyê Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) ve tê organîzekirin, bê lidarxistin. Yek ji mijarên konferansê jî wê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” be ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin.    Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de dewam dikin, lê ligel vê di van çalakî û çalakiyan de doza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd hat kirin.    MA / Esra Solîn Dal