HDP xwe amade dike li derveyî welat rekorê bidest bixe 2018-05-03 10:19:17 ENQERE – HDP li derveyî welat li gelek welatan partiya duyemîn e. HDP ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê li derveyî welat kordînasyona ji 5 hezaran kes pêk tê ava kir.  Piştî biryara hilbijartina zordest a tifaqa AKP’ê û MHP’ê Tirkiye ber bi atmosfera hilbijartinê ve diçe. Li derveyî welat jî nêzî 3 milyon hilbijêr hene û dest bi kampanya hilbijartinê kirin. Di hilbijartinên giştî ya dawî di 1’ê mijdara 2015’an de li 54 welatan HDP bû partiya duyemîn. HDP ji bo derveyî welat dest bi xebatan kir.    KORDÎNASYONA JI 5 HEZAR KES PÊK TÊ    HDP ji bo 54 welatan kordînasyona ji 5 hezar kes pêk tê ava kir û dê ev 5 hezar kes xebatên hilbijartinê birêve bibin û hilbijartinê kordîne bikin. HDP li bendê ye li derveyî welat rekora dengan bi dest bixe. Li welatên mîna Amerîka, Japonya, Komara Afrîka Başûr jî kordînasyon hatin avakirin. Dê li ser her sindoqek derveyî welat peywîrdarek HDP’ê bê bicihkirin.      JI BO HILBIJÊR BIÇIN SINDOQAN HDP WAN QANIH DIKE    Ji bo hilbijêr hin bêtir biçin ser sindoqan û deng bidin HDP’ê dest bi xebatên qanihkirina hilbijêran kir. Dê li derveyî welat dengdayîn di 7’ê Hezîranê de dest pê bike û plansaziya bernameyên HDP’ê ya derveyî welat di demek nêz de ji raya giştî re bê parvekirin. HDP dê komên çavdêriyê ava bike û ji bo heyetên serbixwe çavdêriyê bikin bang li wan kir.    MA / Hayrî Demîr