Ji qada 1’ê Gulanê bang kirin: Divê em ‘îtifaqa faşîzmê’ rawestînin 2018-05-03 09:10:29 AMED – Li Amedê welatiyên ku ji her derdorê berê xwe dan qada 1’ê Gulanê, diyar kirin ku ew ê di 24’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û bang li her kesî kirin ku “Faşîzma AKP-MHP’ê rawestînin.”  Li Amedê bi hezaran kesên ku berê xwe dan qada 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, destnîşan kirin ku ew ê di 24’ê Hezîranê de ji bo “faşîzma AKP-MHP’ê rawestînin” biçin ser sindoqan.    'EM Ê KESÊN KU BI REWŞA AWARTE DIDARIZÎNIN DI SINDOQAÊ DE BIDARIZÎNIN’    Orhan Ûçarê ku ji Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin got: “Kesên me bi rabirdûya me û Rewşa Awarte darizandin, em ê jî di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan wan bidarizînin.” Zekiye Yilmaz diyar kir ku wan dayikên kurdan gelek hilbijartinê zordest û Rewşa Awarte dîtine, lê belê yek ji vana jî bi paş ve gav bi wan nedaye avêtin. Yilmaz got, bila di hilbijartinê de bi hîle û xurdeyan neyên û bibînin kî pisîk e kî şêr e.    'JI BO RAWESTANDINA REJÎMA YEKZILAMÎ…’    Veysî Ozdemîrê ku ji sedî 90 berasteng e û berê xwe da qada mîtîngê ya 1’ê Gulanê destnîşan kir ku ji bo rawestandina Erdogan û MHP’ya ku pê re îtifaq kiriye ew hatiye qadê û got: “Ji bo ev newekhevî bi temamî ji holê bê rakirin, divê ev îktîdar bê guherandin. Çi dibe bila bibe divê rejîma yekzilamî bêastengkirin. Loma dengê min ji bo kesên ehle demokrasiyê ne.” Karker Salîh Karakûş jî diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke bêedaletî û newekhevî ye. Karakûş bi lêv kir ku îktîdara heyî tu carî li cem karker û kedkaran cih negirtiye û got: “Tim li cem bûrjûvaziyê cih girtiye. Me temsîl nake, îktîdara kedxwaran e. Em kesên ku keda wan tê xwarin û bindest ji sedî 99’ê vî welatî ne. Ji ber vê bang li sedî 99’an dikim divê em dakevin kuçeyan û li ber xwe bidin û divê em tu carî ji mafên xwe tawîz nedin.”    'JI BO LI WELATEKÎ AZAD BIJÎM LI VIR IM’    Xwendekara zanîngehê Gulcîhan Taş jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê rejîma Rewşa Awarte hemû welat çewisandiye û di tu serdemê de bi qasî niha mafên wan nehatine binpêkirin. Taş bal kişand ser çewisandinên li ser zanîngehan û got: “Ji bo li welatekî azad bijîm li vir im.”    Cevat Aydin ku ji aliyê qeyûm ve ji Şaredariya Mezin a Amedê hat îxrackirin diyar kir ku li cihê ku Rewşa Awarte lê hebe, ne mimkun e ku mirov behsa demokrasiyê bike û ew dixwazin di nav pergaleke demokratîk de bijîn. Aydin diyar kir ku kesên ji xwe re dibêje mirov divê ji vê faşîzmê re bêje “bisekine” û got: “Em hêvî dikin ku dê di 24’ê Hezîranê de demokrasş bê û gel azad bibe.”    Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp jî, li qada 1’ê Gulanê silavên xwe ji Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, mamoste Ayşe Çelîk, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û akademîsyenên aştiyê ku ji ber aştiyê parastin û li hemberî neheqiyê derketin hatin girtin silav şandin. Gokalp destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê tim aştî û demokrasiye biparêzin û got: “Îktîdara siyasî niha bernameyeke mezin a rûxandinê derxistiye. Niha di civakê de pirsgirêka netenduristiyê heye. Îktîdar bi tu awayî naxwaze civak li hemberî vê yekê dengê xwe derxîne.” Gokalp diyar kir ku ew vê yekê xelet dibînin û divê karker, kedkar, rewşenbîr û herkes di 24’ê Hezîranê de biçe ser sidnoqê û îtirazî vê yekê bike.