ROJEVA 03'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-03 09:00:01 * Azadî Ozlu, kekê Mazlûm Ozlu ku hatibû îdiakirin dema li Erdîşê leşkerî dikir întihar kiriye, got: “Eger îhmalkarî hebe, bila bê aşkerekirin. Lê eger ev cinayet be, bila kiryarên wê bên aşkerekirin.”  * Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney, saleke platformê û çewisandinên li ser rojnamevanan nirxand û diyar kir ku ew ê rojnamevanên jin rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Guney got: “Me dest bi xebatên platformeke hîn hêzdartir kiriye ku dê hemû rojnamevanên jin ên muxalif ên Tirkiyeyê di bin banê wê de bên gel hev.”    * Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê, ji ber du tawanbariyan 8 sal û meh û 15 roj cezayê ku dadgehê li Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan birîbû pesend kir. Bi vê biryarê re dê parlementeriya Zeydan bê betalkirin.    *  Li Amedê welatiyên ku ji her derdorê berê xwe dan qada 1’ê Gulanê, diyar kirin ku ew ê di 24’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û bang li her kesî kirin ku “Faşîzma AKP-MHP’ê rawestînin.”    * Endamê Dîwana KCD’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku der barê hilbijartina zordest de du stratejiyên wan hene û got: “Em ê tevî hemû pêkahteyên li Kurdistanê û gelên bi awayekî hevapr li dijî faşîzmê tev digerin riyeke hevpar bibînin.”    * Waliyê Şirnexê Mehmet Akbaş ku beriya hilbijartin zordest tevî rêveberên AKP’ê li gundan geriya gef li welatiyan xwar û got: “Eger hûn dengê xwe bidin HDP’ê dê aramî neyê van deran.” Her wiha di civîna xwe ya bi rêveberên TSO’ya Cizîrê de jî got: “Di hilbijartinan de hedefa me ji sedî 40 e.”    * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Çapemeniya Cîhanê dê rapora meha Nîsanê ya binpêkirina mafan li Şaxa ÎHD'ê bi çapemeniyê re parve bike. (11.00)   * Danişina doza kujerê Birgul Çoban A.Ç dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.45)    * Çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên li dijî perçekirina zanîngehê dê li Kamsupa Beyazitê bidome. (13.00-17.00)    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, dê stratejiya Meclîsa Jinan a HDP'ê li Navenda Giştî bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve bike. (12.00)   * Malbatên Roboskê ji bo bîranîna zarokên xwe û hesab ji kujeran bipirsin dê di hefteya 331’an de li ser gorên zarokên xwe çalakiya heftane berdewam bikin. (16.00)