Demîrtaş ciwan û jinan vexwend HDP’ê 2018-05-02 16:52:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Selahattîn Demîrtaş ê li bendê ye ku bibe namzetê serokomariyê yê HDP’ê bang li ciwan û jinan kir ku biçin HDP’ê û bibin bernamzet.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selattîn Demîrtaş ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Navê Demîrtaş ji bo namzetiya serokomariyê ya HDP’ê derbas dibe û di rojevê de ye. Li ser hesabê twîtterê yê Demîrtaş peyamek balkêş û bi espîrî hat parvekirin.    Peyam ango twîta Demîrtaş wiha ye: “Her kesê ji HDP’ê hez dike dikare di HDP’ê de bibe wekîl. Pêşiya her kesî vekiriye. Bi taybetî ez ciwan û jinan ji bo serlêdanê vedixwînim HDP’ê. Ez jî di HDP’ê de bûm wekîl :)”