Niha jî derdora Heskîfê bi têlan girtin 2017-10-12 09:28:28 ÊLIH – Li Heskîfê, makîneyên kar bênavber dixebitin û derdora cihwarên dîrokî bi têlan hat pêçandin û êdî kes nikare serdana van mekanan bike. Turîst Matthew Turner ku ji Îngîltereyê hatiye, dest nîşan kir ku divê raya cîhanê ji bo Heskîfê tevbigere.  Di çarçoveya Bendava Ilisûyê de, li Heskîfê makîneyên karî bênavber dixebitin û rûxandina li herêmê didome. Ji ber rûxandin û makîneyên karî derdora cihwarên dîrokî bi têlan hatine dorpêçkirin. Kesên ji bo li navçeyê bigerin tên Heskîfê, ji ber têlan ji dûra ve temaşeyî cihwarên dîrokî dikin. Yek ji van serdêrên ku hatiye Heskîfê jî Matthew Turner a 33 salî ye.    JI BO HESKÎFÊ JI ÎNGÎLTEREYÊ HAT    Dema me dîmenên rûxandina li Heskîfê dikêşandin, em leqayî Turner hatin. Me jê pirsî ka ew li hemberî vê rûxandinê çi hîs dike, lê belê ji ber pêkanînên li Tirkiyeyê nexwest dîmenên wê bên kişandin. Turner, dest nîşan kir ku ew ji bo Heskîfê bibîne hatiye, lê belê destûr nehatiye dayîn û wiha got: “Bi rastî jî rewşeke zaf xemgîn e. Makîneyên kar dirûxînin. Dîrokek 10 hezar salan e. Ji bo ez vir bibînim, ez ji Îngîltereyê hatim. Bi qasî hîn bûm, dê di nava du salan de ev der bi temamî di bin avê de bimîne. Em bixwazin jî em ê careke din nikaribin bibînin.”    Tuner, diyar kir ku diviya ku cihwarên dîrokî bihatanan restorekirin, lê belê ew dibînin ku tên rûxandin. Turner wiha axivî: “Ji dêvla ku vê derê baştir bikin, dirûxînin. Ev der jî wek Machu Picchuyê cihekî dîrokî ye. Machu Picchu yek ji wan heft nuwazeyên cîhanê ye. Heke heman tişt ji bo vir jî bê kirin, dê ew jî di nav van heft nuwazeyan de cih bigire.” Turner, anî ziman ku ew li ser medyaya civakî Heskîfê dişopîne û wiha got: “Dema hûn li ser înternetê digirin û dibêjin mirov li Tirkiyeyê biçe kuderê, ewil Heskîf derdikeve pêşiya we. Dema hûn li wêneyên wê dinihêrin, hûn dibêjin cihekî nuwaze ye û hûn dixwazin demildest wê bibînin. Lê belê, dema hûn tên vir hûn rastî dîmeneke ku bi têlan hatiye dorpêçkirin, destûra we nayê dayîn ku hûn têkevin hundur û makîneyên karî re rû bi rû dimînin. Ji bo Heskîf neyê rûxandin li ser medyaya civakî hin hesab hene û ez ji wan hesaban geşedanan dişopînim. Ji bo dengê wan li cîhanê belav bibe, çi ji destê min tê dikim.”    Turner, dest nîşan kir ku divê ji bo Heskîfê hin tişt bên kirin û wiha got: “Hayê cîhanê ji rûxandina vir tune ye. Hûn dixwazin vê rewşê ragihînin cîhanê lê destûrê nadin. Li ser we zêde zext û zorî hene. Ji bo em rewşa vir ragihînin cîhanê divê em bêtir bixebitin. Ev der dewlemendiyeke cîhanê ye, ji ber vê divê li hemberî rûxandina wê kes bêdeng nemîne.”