Piştî salekê gihîşt azadiya xwe 2018-05-02 14:16:45 AMED – Ferît Gulcu yê 16 salî bi hinceta kevir avêtiye polîsan 7 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Li ser biryara DMME’yê ya “binpêkirina maf” ji nû ve Gulcu hat darizandin û salek şûn ve hat berdan.  Ferît Gulcu yê wê demê 16 salî bû, li Amedê di 14’ê tîrmeha 2008’an de tev li çalakiya protestokirina şertên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Gulcu bi îdiaya “kevir avêtiye polîsan” hat girtin û ew şandin girtîgehê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Gulcu de bi îdiaya “Ne endam e lê li ser navê rêxistinê tevgeriyaye”, “Muxalefeta qanûna xwepêşandana meşan û civînan” û “Propaganda rêxistinê kiriye” îdianameyê amade kir û 44 sal cezayê hepsê jê re dixwest.    Gulcu wê demê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku xwedî rayedariya taybet bû hat darizandin û piştî du sal di girtîgehê de ma hat berdan. Doza Gulcu di 25’ê tîrmeha 2010’an de bi encam bû û dadgehê 11 sal û 4 meh ceza lê birî. Pişt re ji ber hin guhertinên zagonî cezayê Gulcu daket 7 sal û nîv. Dadgeha bilind biryara dadgeha herêmî erê kir.    BIRYARA DMME JI BO ZAROKÊN DIN JÎ BÛ EMSAL    Li ser vê yekê parêzerê Gulcu, Muharrem Şahîn li dijî cezakirina miwekîlê xwe serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME di 19’ê çileya 2016’an de biryara dosyeya Gulcu da û biryra da ku Tirkiyeyê xala 11’emîn a azadiya rêxistinbûnê binpê kiriye.    Vê biryara DMME’yê ji bo “Zarokên Kevir Avêtin” ku tên nasîn hemûyan bû emsal.    GIHÎŞT AZADIYA XWE    Parêzer Şahîn piştî biryara DMME ji bo miwekîlê wî ji nû ve bê darizandin serî li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê da. Dadgehê serlêdanê qebûl kir û biryara berata cezayê 7 sal û nîv a Gulcu da. Ji ber ku Gulcu ji dosyeyek din di Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê de girtîbû nehat berdan. Li gel hemû hewldan û serlêdanên parêzer jî Gulcu duh hat berdan û gihîşt azadiya xwe.