HDP nexşerêya hilbijartinê diyar dike 2018-05-02 13:28:52   ENQERE – Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê bi armanca nexşerêya hilbijartina Zordest diyar bike li hev kom dibe.    Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca nexşerêya Hilbijartina Zordest ku di 24'ê Hezîranê de pêk bê diyar bike li Navenda Giştî ya HDP'ê kom bûn. Civîn dê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli û Pervin Buldan civîn dê li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk bê. Endamên Lijneya Rêveber a Navendî  (MYK) dê beşdar bibin. Di civînê de dê der barê namzetiya Serokomar de jî biryar bê dayîn û sibê bi raya gşitî re bê parvekirin. Dîsa dê helwesta xwe ya li dijî îtîfaqa Îktidarê û îtîfaqa 4 partiyên wekî PArtiya ÎYÎ. Saadet, CHP û DP’ê nîşan bidin.    HDP dê roja înê namzetê xwe diyar bike. Dê li Stenbol û Amedê hemwext civînên çapemeniyê bi raya giştî re parve bike.