Şêniyên herêmê dengê çekan nebihîstiye: Qey hatine înfazkirin? 2017-10-12 09:26:43 MÛGLA – Li Koycegîzê hatibû îdiakirin ku di pevçûnekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê belê şik û gumanên ku ev kes hatine înfazkirin, bêtir xwe didin der. Niştecihên herêmê, diyar dikin ku mirov pir diçin Sûlava Toparlarê, lê belê li herêmê şikeft û cihên ku mirov xwe tê de veşêrin tune ne û wan dengê çekan nebihîstiye. Her wiha rapora otopsiyê nedan du malbatên ku cenazeyên xwe wergirtin.  Di 4’ê Cotmehê de li herêma Seydikemer û Ortaca ya Mûglayê 7 kes hatibûn derbkirin, paşê hatibûn tazîkirin û ji paş ve destên wan hatibû kelemçekirin. Wêneyên van kesan li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin. Piştî parvekirina wêneyan raya giştî betrek nîşan da. Lê belê, li gel vê rewşê vê carê jî hat derpêşkirin ku li herêma Sûlava Toparlarê ya navçeya Koycegîz a Mûgalyê di navbera PKK’yî û leşkeran de pevçûn derketiye. Hatibû diyarkirin ku di pevçûnê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û rojek şûnde jî hat îdiakirin ku ji 2 kesên ku li wan dihat gerîn bombeya destan di destê yekî de tqeiyaye û jiyana xwe ji dest daye. Heta niha tenê daxuyaniyek hatiye dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylû ve hat dayîn wiha hat gotin: “Rêxistin dixwaze di ser Lazkiyeyê de berê xwe bide Behra Spî û Egeyê.” Niha hêdî hêdî cenaze radestî malbatan tên kirin. Lê belê, der barê van kesan de tişta ku zêde derdikeve pêş şik û gûmanên ku ev kes “hatine înfazkirin” e.    ÇIMA KOYCEGÎZ?    Dema mirov ji Mûglayê diçe Koycegîzê, leqayî 5 noqteyên lêgerînê tê. Wesayîtên gumanbar tên rawestandin û yeko yeko tên sehîkirin. Her wiha çûyîna Sûlava Toparlar û derdora wê ku tê îdiakirin pevçûn lê qewimiye jî qedexeye. Gelê herêmê pir bawer nake ku li vê herêmê PKK’yî hebin û dibêjin “Çima Koycegîz?” Niştecihên herêmê wiha dibêjin: “Di warê bazirganiyê de Koycegîz ne cihekî muhîm e. Û li gor herêmên din ên Mûglayê, ji bo xweveşartinê li vir şikeft û cihên wek şikeftan tune ne.”    KESÎ DENGÊ ÇEKAN NEBIHÎSTIYE!    Hîn jî kesê fêm nekiriye ku ji bo çi Wezîr Soylû gotiye “Rêxistin dixwaze di ser Lazkiyeyê de berê xwe bide Behra Spî û Egeyê.” Tenê Koycegîz bi cihekî ve xwe digihîne Behra Egeyê. Ew jî Gola Koycegîzê ye. Tê gotin ku, jixwe nepêkane ku di ser vê golê re mirov xwe bigihîne Behra Egeyê. Gelê herêmê vê yekê bi şert û mercên zehmet ên bejahiyî ve girêdide. Gelê herêmê diyar dike ku, berî ku liv û tevger xwe bidin der bi du hefteyan, wan li derdora qereqolên Koycegîzê, otogar û deren din leşkerên bi çekên giran dîtine. Şêniyên herêmê dest nîşan dikin ku wan li herêmê dengê çekan û pevçûnan nebihîstiye. Lê belê, hin niştecihên herêmê jî dibêjin wan çend caran dengê çekan bihîstiye lê belê wan pê dernexsitiye ka pevçûn e yan na.    Herêma Sûlava Toparlarê ku tê îdiakirin pevçûn li wir qewimiye, li Koycegîza ku potansiyela wê ya turîzmê pir kêm e, cihê herî turîstîk e. Ji bo sporê bikin her sibeh bi dehan kes diçin vê herêmê û her wiha li derdora wê sporên suriştî jî tên kirin. Lê belê piştî bûyerên rû dan, ji 5’ê Cotmehê ve herêm bi awayekî fiîlî wek herêma ewlehiya taybet hatiye îlankirin. Li gor gotinên niştecihên herêmê û gotinên parêzer Gunfer Karadenîz ên der barê cenaze de, şik û guman înfazê zêdetir derdikevin pêş.    RAPORÊN OTOPSIYÊ NEDAN   Parêzer Gunfer Karadeniz, ku tevî malbatên ku ji bo cenazeyên xwe wergirin çû morgê, anî ziman ku ew berê jî ketiye gelek otopsiyan lê belê cara ewil ew bi tiştekî wisa re rû bir û maye. Karadeniz, diyar kir ku wî li ser çav û pêşiya cenazeyan şopên guleyan nedîtiye. Karadeniz, dest nîşan kir ku derfet tune bûye ku ew li hêla pişte ya cenazeyan binere û diyar kir ku di warê înfazê de şik û gumanên wan hene. Her wiha raporên otopsiyê jî nedan malbatên ku cenazeyên xwe wergirtin.    MA / Ahmet Kanbal – Ruken Demir