Li dijî biryara îdamê xwe bi dar ve kir 2018-05-02 12:31:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê der barê girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penahî de biryara darvekirinê da. Piştî biraziyê Ramîn, Niştiman Hisên Penahî fêr bû dê rejîma Îranê mamê wî darve bike, xwe li Girtîgeha Sîneyê bi darve kir.    Rejîma Îranê biryar da ku girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penehaî bi dar ve bikin. Li ser vê yekê biraziyê Ramîn Niştiman Hisên Penahî ev yek şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî. Birayê girtiye siyasî Ramîn Hisên Penahî, Emced Hisên Penahî, têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: "Birayê min Ramîn Hisên Penahî îro xistin hucreya yek kesî. Li gorî biryara dadgehê wê roja Pêncşemê birayê min bi dar ve bikin."    Rejîma Îranê piştî der barê Ramîn Penahî yê li Girtîgeha Sineyê de biryar da ku roja Pêncşemê bi darve kirin, biraziya wî Niştiman Hisên Penahî xwe bi dar ve kir. Cenazeyê Niştiman Hisên Penahî duh rakirin morga Nexweşxaneya Sine. Danê sibehê ji aliyê malbatê ve hate rakirin û li bajarê Sine hate veşartin.   SALA 2017'AN CEZAYÊ ÎDAMÊ LÊ HAT BIRÎN   Penahî yê ji Sineyê ye, 23'ê Hezîrana 2017'an bi birîndarî hate girtin. Bi rojan êşkence lê hate kirin û piştî çend mehan ew derxistin pêşberî dadgehê. Dadgeha rejîma Îranê bi îdîaya "Li ber Xwedê rabûye û endamê rêxistina çekdar e" cezayê îdamê lê birî. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî dan û bang li hêzên rejîma Îranê kirin ku îdamê rawestînin. Lê belê rejîma Îranê guh nedan bangawaziyan. Her wiha li ser medya civakî kampanyayên '#RaminHoseinPanahi' dest pê kirin û ji bo rawestandina îdamê bang hatin kirin.