Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan 2023-11-28 15:36:44 WAN- Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a HEDEP’a Wanê ragihand ku wan serlêdanên ji bo bernamzetiya hilbijartinên rêveberiyên herêmê dane destpêkirin.    Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê têkildarî serlêdanên bernamzetan ên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin, li avahiya partiyê daxuyanî da. Ji endamên komîsyonê Gulşen Kurt wiha got: “Vê îktîdarê vîna gel xesp kir û bi biryarnameyan dest danî ser şaredariyên me. Hevşaredar, bi sedan endamên meclisan, endamên meclisa giştî yên bajaran û bi hezaran endamên partiyê hatin girtin. Karê destpêkê yê qeyûman bû rakirina tabelayên bi zimanên kurdî, suryanî û ermenîkî. Tevî ewqas zextan jî feraseta me ya şaredariyê civakî bû.”    Kurt, xwest ku her kesên li gorî rêgezên partiya wan tevdigerin bila ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin û got ku wan serlêdan dane destpêkirin. Kurt, bi bîr xist ku serlêdan dê di 10’ê kanûnê de bi dawî bibin.