Berteka li dijî îtîfaqa bêyî HDP’ê: Dê xizmeta AKP-MHP’ê bike 2018-05-02 12:09:00   NAVENDA NÛÇEYAN - CHP’ê tenê ji bo hilbijartina wekîlan bi Partiya ÎYÎ, Partiya Saadet û Partiya Demokrat re li ser îttifakê li hev kirin. HDP jî li dervê xwe hiştin. Gelek siyasetmedarên demokrat bertek nîşani vê helwesta CHP'ê ya ku HDP li derve hiştine dan û diyar kirin ku îtîfaqa ku HDP ne di navde be dê xizmeta AKP-MHP’ê bike.    Xebat û niqaşên li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê berdewam dike. Li aliyeki gelek partî dibin yek û îtîfaqan ava dikin, li aliyê din partiyên ku îtîfaqan çê dikin armanc dikin ku çawa partiyên din li dervê siyastê bihêlin. Piştî AKP û MHP îtîfaq ava kirin û xwestin bendên li pêş xwe derbas bikin, niha jî CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadet û Partiya Demokrat ji bo hilbijartina wekîlan bûn yek û îtîfaq ava kirin. Gelek hunermend, rewşenbir û siyasetmedaran bertek nîşanî vê îtîfaqê dan û diyar kirin ku dê ev yek xizmeta AKP -MHP'ê bike. Yên bertekên xwe anîn ziman li ser hesabê medya civakî yê Tweiterê bertekên xwe anîn ziman.    Bertekên rewşenbiran ên li dijî îtîfaqa CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat a bêyî HDP wiha ne:    - Nesrin Nas @Nesrinnas : Hilbijartina bêyî Îtîfaqa bêyî HDP’ê, ne ewlehiya sindoqan û ne jî ewlehiya hilbijartinê pêkan e. Mesele ne ku HDP bendavê derbaske ya na. Mesele têkoşîna demokrasiyê ye.    - Gazi Çaglar @GaziCaglar : Îtîfaqa 4 alî ya ku HDP'ê nexe bin banê xwe nikare rê li pêş demokrasiyê veke. Nikare piştgiriyê bide aştiyê.    - Mustafa Sonmez @mustfsnmz : Îttifaka ku HDP'ê ji xwe dûr bixe şaşiyek mezin e. Çawa ku HDP dikare tabana xwe kontrol bike divê ÎYÎ Partî jî karibe tabana xwe kontrol bike. Bila şaşî neyên kirin.   - Kerem ALTIPARMAK @KeremALTIPARMAK : Di halê hazir de benda hilbijartinê ku li Ewropa herî zêde bê edaletiyê bi xwe re tîne, bi îtîfaqên cudakar li ser esasê cudakariyê ji holê hat rakirin. Li vir benda hilbijartinê ya ji sedî 10 tenê ji bo HDP'ê êdî derbasdar e. Niha benda hilbijartinê ya  %10  (Ji Sedî 10) tenê ji bo HDP'ê heye.    - Huseyin Aygun @HuseyinAygun62 : CHP daxuyand ku bi partiyên rastgir, nijadperest ên wekî (Saadet, DP, İyi Parti) re îtîfaq kiriye aşkere kir. Di siyasetê de ittifak normal û asayî ne. Lê bi partiyên sosyalist, demokrat û pêşketî (TKP, ÖDP, EMEP, HDP hwd.) re saetekê jî rûneniştin. Kiliçdaroglu 9 salin qet şaş nabe. Em te pîroz dikin...    - Ali KENANOGLU @alîkenanoglu : AKP, MHP, CHP, İyi P, Saadet, DP ji bo bendê derbas bikin dê bi du îttifakên cuda têkevin hilbijartinê. Armanca van 2 tifaqan a sereke HDP’ê di bin bendê de bihêlin û parlamenterên HDP’ê jê bidizin. Ev gasp e.   - Ferda Koç @FerdaKoc : Îtîfaqa demokrasiyê ya beyî HDP'ê 'Bi xêr be' Lê ji bîr nekin îktîdara ku HDP bi tenê hişt dê îktîdarê bi hêz bike û cesaretê bide îktîdarê.    - Ufuk Uraş @UfukUras: Hemû analîzen ku kurdan li dervê îtîfaqê bibîne tev şaş in