AYM: Nedayîna pirtûkan îhlala azadiya îfadeyê ye 2018-05-02 10:30:01   ENQERE - Girtiyê siyasî Zekî Bayhan piştî rayedarên girtîgehê pirtûkên wî ji destê wî girtin û serî li Dadgeha Qanûna Bîngehîn (AYM) da, AYM'ê biryar da ku nedayîna pirtûkan a Bayhan îhlala azadiya îfadeyê ye.    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî Zekî Bayhan piştî rayedarên girtîgehê pirtûkên wî desteser kirin serî li Dadgeqa Qanûna Bingehîn da. Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdana Bayhan qebûl kir û nedayîna pirtûkan a Bayhan wekî "Îhlala Azadiya Îfadeyê" pênase kir. Bayhan, li dijî biryara Lijneya Perwerdehiyê ya Girtîgehê, serî li AYM'ê da û diyar kir ku mafê wî hatiye îhlalkirin. Li ser vê serlêdana Bayhan, AYM'ê biryara Lijneya Girtîgehê nirxand û diyar kir ku nedayina pirtûkan a Bayhan li gorî xala 26'an a Qanûna Bingehîn îhlala  mafê azadiya îfadeyê pêk anîye.    GIRTÎGEHÊN PIRTÛKÊN OCALAN SEDEM NÎŞAN DAN   Pirtukên ku rayedarên girtîgehê desteser kirin wiha ne: "Kesayetiya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk", "Şerê Heqîqetê", "Xweseriya Demokratîk", "Hevjiyana Azad", "Civaka dîrokî", "Akademîbûn", "Aboriya Komunal", "Çand û Şaristani" û "Berxwedana Çandî ya li dijî Komkujiye." Rayerdarên girtîgehê bi hinceta heman mijar di pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên "Sosyolojiya Azadiyê" û "Çareseriya Şaristaniye û Krîza Şaristaniya li Rojhilata Navîn" hene pirtûk nedan girtiyan û pirtûkên Ocalan wekî çavkanî nîşan da.    MA / Hayri Demir