Şemzînanî: Navçe veguherandina girtîgeheke vekirî 2018-05-02 09:05:03 COLEMÊRG- Hema bêje li ser her girên Şemzînanê qereqol û qaleqol hatine çêkirin. Riya navbera Gever-Şemzînanê 45 deqîqe ye, lê belê ji ber noqteyên venêrîbê yên li ser rê carinan rê dibe 6 saet jî. Şemzînanî gotin navçe veguherandina girtîgeheke vekirî.  Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hema bêje ji ber polîtîkayên ewlehiyê jiyan rawestiyaye. Ev polîtîka li her qadên jiyanê xwe dide der. Navenda navçeyê 24 saetan bi MOBESE'yan tê temaşekirin û li bejahiya navçeyê jî hema bêje tu gir û çiya nemane ku qereqol û qaleqol lê nehatine çêkirin. Li navçeya hema tenê li bajaroka Rûbarokê 62 heb qereqol û qaleqol hatine çêkirin û bi ser de hinekî din jî tên çêkirin.    LI HER DERÎ QEREQOL Û NOQTEYÊN KONTROLÊ   Li Rûbarokê, Ûmûrlû, Tepê Hudût ê 1050, Kalemlî, Gurmeşe, Yeşîlova, ketina, Bolek, Eşektepe, Mamreşan, Anadag, Beşîkagaç, Samanli, Girêmezin, Gelîşen, Aralik, Mordag, Sungutepe, Tepeyê Silo, Ortaklar, Kirmizi Tepe, Baglar, herêmên Çemê, û derdora Çiyayê Gomanê 31 qereqol û qaleqol hatine çêkirin û her wiha li hêla sînorê Îranê li herêma Zerza, gundê Kayalar, Magaraonu, Tepeyê Kaniyê Spiyê 16 qereqol hatine çêkirin. Ligel vê di navbera Şemzînan û Geverê de jî hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê tim sewqiyata leşkerî pêk tê û hema bêje her roj muhîmatên leşkerî dişînin Balafirgeha Geverê.    RIYA 30 DEQÎQEYÎ 6 SAETAN DEWAM DIKE!    Li Şemzînana ku li têketinên wê noqteyên kontrolê hatine çêkirin, hema bêje li ser her gir û çiyayekî wê qereqol hatine çêkirin. Navbera Gever û Şemzînanê 45 deqîqeya, lê belê ji ber noqteyên lêgerînê carinan 6 saetan didome. Hema bêje li hemû vîrajên rê qerqol hene û hemû wesayît tên sehîkirin. Şemzînaniyan diyar kir ku navçe veguheriye girtîgehek vekirî û xwestin demildest dawî li van qedexeyan bê.