Maila îxbarê ya der barê rojnamevan Taşkinê de ji aliyê EGM'ê ve hatiye şandin 2018-05-02 09:04:26 WAN - Nûçegîhana me Seda Taşkin ku li ser maileke îxbarê hat binçavkirin û dû re hat girtin, her çend diyar bû ku mail ji navnîşaneke girêdayî "EGM" (Midûriyeta Giştî ya Emniyetê) hatiye şandin jî, dîsa nehat berdan. Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku ew ê îtirazî vê biryara neheq bikin.  Nûçegîhana me Seda Taşkin ku li Mûşê di 20'ê Kanûna 2017'an de  bi hinceta der barê wê de îxbar heye hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan şûnde bi "şertê venêrîna edlî" hatibû berdan, di 22'yê Çileya 2018'an de li ser îtiraza dozger li Enqereyê dîsa hat binçavkirin û paşê hat girtin. Taşkin di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye û bi "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Di danişîna ewil a dozê de ku di 30'yê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mûşê pêk hat de nehat berdan.    Di danişînê de hat diyarkirin ku der barê Taşkinê de maileke îxbarê heye û ev mail ji Midûriyeta Şaxa Muxarebe Elektronîkê re hatiye şandin û her wiha nasnameya kesê mail şandiye nehat aşkerekirin. Di maîla îxbarê de ev tişt hatiye gotin: "Seher Taşkina KCK'î vîdeoyên propagandayê yên têkildarî terorîstan parve dike. Ciwanan bi rêxistin dike. Ji bo ewlehiya canê min naxwazim nasnameya min bê aşkerekirin, lê ji kerema xwe re bi vê kesê re eleqedar bibin."    Maila hatiye şandin ji navnîşaneke girêdayî "EGM" (Midûriyeta Giştî ya Emniyetê) hatiye şandin.    Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku wan girêdana IP'ê ya maîlê daxwaz kiriye, lê belê heyeta dadgehê ev yek qebûl nekiriye.    PARÊZER KALELÎ: DELÎL BERÊ HATINE AMADEKIRIN    Parêzer Kalelî diyar kir ku ew ê der barê daxwazên ku wan ji bo maila îxbarê kirine û ji bo biryara girtina Taşkinê îtiraz bikin. Kalelî bi lêv kir ku maila îxbarê girêdayî navnîşaneke "EGM"ê ye û li gorî vê belgeyê delîleke ku ne li gorî hiqûqê li holê hebû. Kalelî got: "Heta mirov dikare bêje ku delîl hatin afirandin. Piştî îxbarê TEM'a Mûşê di bin navê 'agahiyên îstixbarî' girteyek nivîsandiye û hewl daye naveroka vê girtekê berfirehtir bike.    Kalelî anî ziman ku ev nêzîkatî tê wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê. Kalelî got, her çend di îdianameya muwekîla wê de hatibe diyarkirin ku li ser nûçeyên bi naveroka xwe propaganda ne hatiye amadekirin, lê belê di dosyeyê de nûçeyek jî cih negirtiye. Kalelî destnîşan kir ku wan weke delîl nûçeyên ku muwekîla wê çêkirine berpêşî dadgehê kiriye, lê belê ya ku hatiye kirin nîşan dide ka azadiya çapemeniyê çi qasî hatiye sînordarekirin.    Danişîna bê ya doza Taşkinê dê di 2'yê Tîrmehê de pêk bê.