3 kes miribûn: Keyayê AKP'î wisa mudaxile kiribû 2018-05-02 09:03:44 AMED- Di referandûma 16'ê Nîsanê de li Amedê keyayê gundê Yabanardiyê Hidir Yildiz, dema pisûleya dengan a bûka xwe ji dest wê derxist şer rû da û di vî şerî de 3 kes miribûn. Dîmenên vê bûyerê derketin holê. Der barê keyayê ku bû sedema cinayetê de biryara "neşopandinê" hat dayîn.  Li gundê Yabanardi yê Çêrmûga Amedê, di dema referandûma 16'ê Nîsanê de di navbera du malbatan de şer qewimî bû û di şer de 3 kes miribûn. Dîmenên vê bûyerê derketin holê. Keyayê gund Hidir Yildiz, dema li ser navê AKP'ê li ser sindoqê bû û biraziya wê û bûka wê H. Yildiz deng bi kar bîne. Li ser vê yekê di navbera malbatan de şerekî çekdarî rû dabû. Kurê keyayê gund Mehmet Yildiz ku berê cerdevan bû, dema hat hewşa dibistanê wî û apê xwe yê cerdevan Abdurrezak Yildiz û kurê wî Şeyhmûs Yildiz bi çekan şer kir. Di bûyerê de Mehmet Yildiz ji aliyê cerdevanên li derdorê û leşkeran ve hat binçavkirin. Kesên di şer de birîndar bibûn dema radikirin nexweşxaneyê, li nav gund ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve wesayît hat gulebarankirin. Di gulebaranê de Îdrîs Yildiz jiyana xwe ji dest da.    Dîmenên bûyerê yên bi telefonê hatibûn kişandin piştî salekê şûn de derketin holê û di dîmenan de dixuyê ku ka keyayê gund Hidir Yildiz çawa şer gur dike.    Ji dîmenan dixuyê ku dîmen li pola ku sindoq lê ne hatine kişandin û dîsa dixuyê ku keya Hidir Yildiz li cihê ku muşahid lê ne rûniştiye û cixareyê dikişîne. Keya tim derdora xwe raçav dike û tim li kesên ji bo dengbikaranînê tên raçav dike. Dema bûka keyayê gund H.Yildiz ji bo dengbiakarnînê tê ber sindoqê, apê wê Hidir Yildiz pêşiya wê dibire. Keya pisûleya dengan ji destê H.Yildizê digire. H.Yildiz jî bertekê nîşan dide û dibêje "Na..." Piştî ku kesên li derdorê mudaxileyî keya dikin, rageşî rû dide. Di vê rageşî û şerê rû dide de, bavê H.Yildizê ku keya nehişt dengê xwe bi kar bîne Abdurrezzak Yildiz, kekên wê Şeyhmûs Yildiz û Îdrîs Yildiz jiyana xwe ji dest dan.    JINA KU DENGBIKARANÎNA WÊ HAT ASTENGKIRIN ÎFADEYA XWE GUHERAND!    H.Yildiza ku xezûrê wê û apê wê Hidir Yildiz nehişt dengê xwe bi kar bîne, dema piştî bûyerê îfade da cendirmeyan gotibû: "Dema min dengê xwe bi kar dianî, Hidir Yildiz ji paş ve bi porê min girt û ez avêtim erdê. Kekê min Salih Yildiz ku peywirdarê sindoqê bû ket navberê. Hidir Yildiz vê carê li kekê min da û ew derb kir. Paşê gazî kurên xwe kir û got 'li vana bidin.' Dû re li hewşa dibistanê dengê çekan hat. Min dît, Mehmet yildiz bera bavê min Abdurrezzak Yildiz û kekê min Şeyhmus Yildiz da. Di vê bûyerê de bavê min Abdurrezzak Yildiz û Şeyhmus Yildiz mirin. Yê ku bû sedema wan Hidir Yildiz e. Gilîdar im. Dixwazin bê cezakirin." Lê belê paşê H.Yildiz li dozgeriyê îfadeya xwe guherand û diyar kir ku Hidir Yildiz di dema dengdayînê de mudaxileyî wê nekiriye.    Serokê Sindoqê H.Yamanê ku wekî şahid hat guhdarîkirin, diyar kir ku dema jineke ku ew wê nasnake dengê xwe bi kar dianî keyayê gund Hidir Yildiz bi milê wê girtiye û ew kişandiye. Muşahidê CHP'ê S.Yildiz jî di îfadeya xwe de diyar kir ku Hidir Yildiz nehiştiye xizmên wan deng bi kar bînin û li ser bûyer rû daye. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Çêrmûgê jî der barê keya de biryara neşopandinê da.    Her wiha ji bo Mehmet Yildizê ku du kes kuştin jî bi hinceta "Kuştina bi qesdî" û "Muxalefeta li hemberî qanûna çekan" dozgeriyê muebet û sal û 3 meh ceza xwest. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 1'an a Amedê didome.      MA / Deniz Tekin