5 fezlekeyên din jî der barê parlementerên HDP'ê de şandin meclîsê 2018-05-01 23:43:24   ENQERE- Ji bo betalkirina destnedayîna parlementeran 8 fezlekeyên nû hatin Meclîsê. Ji van fezlekeyan 5 jê der barê parlementerên HDP'ê, 3 jî der barê parlementerên CHP'ê de ne.    Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, ji bo betalkirina destnedayîna parlementeran 8 fezlekeyên nû hatin Meclîsê. Ji van fezlekeyan 2 jê der barê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim, 2 jê der barê Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr û 1 jê jî der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlikê de ye. Hersê fezlekeyên din jî; 2 jê der barê Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Mahmût Tanal û yek jê jî der barê Parlementerê CHP'ê yê Meletiyê Velî Agbaba de ye.