Siyasetmedara kurd Palabiyik li Îzmîrê hat veşartin 2018-05-01 22:58:19   ÎZMÎR - Muzeyen Palabiyik ku li bajarê Lûnen ê Almanyayê di 26’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li Gorîstana Dogançay a li Îzmîrê hate veşartin.   Siyasetmedara jin Muzeyyen Palabiyik ku li bajarê Lunen ê Almanyayê dema dihat tedawîkirin di 26'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, li Îzmîrê bi merasîmekê hat veşartin. Cenazeyê Palabiyikê danê sibehê bi balafirê ji Almanyayê anîn Îzmîrê. Cenazeyê Palabiyikê birin Saziya Tiba Edlî û paşê bi tevlîbûna xizm û dostên wê birin Goristana Dogançayê ya Îzmîrê. Darbesta Palabiyikê ji aliyê xizm û dostên wê ve bi kulîlkan hat xemilandin.    Piştî veşartina cenazeyê Palabiyik xizma wê Asli Umar behsa Palabiyikê kir. Umar destnîşan kir ku Palabiyik sosyalîstek bawermend û bi biryar bû û got: “ 20 sal bû ji me veqetayîbû, bes dilê me li gel wê bû. Dema me xebera wê ji me re hat, ji ber ku ji me dûr jiyana xwe ji dest da em gelek xemgîn bûn. Piştre me dît li wê derê bi hezaran, bi deh hezaran hevalên wê ji me bêhtir nêzî wê bûn. Di jiyana xwe de girîngî dida du tiştan. Yek jiyan şoreşgerî û ya din jî malbata wê bû. Em ê hewl bidin ku layiqî wê bin. Li aliyê din jî em gelek serbilindin ku evqas heskirî û hevalên wê hene. Bila di nava gul û kulîlkan de razê."    Piştre jî Hevseroka Komeleya Xizmên Windayan (YAK-DER) ku bi KHK'ê hat girtin Zarîfe Karasûngûr axivî û got: “Belkî jî di 5 saliya xwe de di Mereşê de hil nehat û berê xwe da Îzmîrê. Lê weke jin û sosyalîstek çû Ewropayê. Îro vegeriya. Em soz didin, em ê têkoşîna wê berdewam bikin.”   Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrûl Kurkçû jî diyar kir ku, girêdana Palabiyik a bi şoreş û felsefeya sosyalîst di asteke ku divê mirov mînak jê bigire de ye û wiha got: “Hevalê me Abdullah Ocalan dema ku HDP hat avakirin gotibû, ‘mîrasa Mahîr Çayan ê ku ev 40 salin li gel me ye û em didin we.’ Di destpêkê de weke tiştekî wêjeyî dihat guhê me lê niha em di ferqê de ne ku em emanetekî çiqas mezin diparêzin û bi hesasiyetek çawa pêş dixin. Niha bi veşartina wê em hay ji wê ferqê çêdibin ku ev jî êşek gelek mezin e. Lê li aliyê din, haya me jê nebû ev jî nabe xetaya me. Divê em vê derbas bikin. Ji bo vê bidest bixin şer dikin.”   Piştî axaftinan girse ji goristanê derket. Li ser wesiyeta Palabiyik, dê ji bo wê wê li Îzmîrê konê sersaxiyê neyê danîn.