Çerkezoglu: Dê Ked Erdogan rawestîneBozgeyîk: Dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwst bê dayîn 2018-05-01 15:31:46   STENBOL – Mîtînga 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qada Maltepe ya Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran berdewam dike. Di mîtîngê de Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku dê ked Erdogan rawestîne û dawî li vê rêveçûnê bîne. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwist bidin îktîdara AKP-MHP'ê.    Mîtînga 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ya di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê de li Qada Maltepe pêk hat û bi tevlebûna sed hezaran pêkhatiyên HDK, HDP, CHP, KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û gelek partî û rêxistinên din pêk hat didome. Mîtîng bi axaftin û stranên kurdî, tirkî û zimanên cuda didome. Li qada mîtîngê wêneyê Demîrtaş ê şewqê zer danîn ser di protokolê de cih girt. Girseye binçavkirina Hevserokê Gişti yê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîcek ji şermezar kirin.    Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, derket ser dikê û diyar kir ku dê ked Erdogan rawestîne û dawî li vê rêveçûnê bîne. Çerkezoglu diyar kir ku 1'ê Gulanê ked e û wiha got: "1'ê Gulanê qad in. Ked e. Taksîm e. Dîrok bang me dike û dibêje an sosyalizm an barbarî. Kesên îtîraza wan ji rejîm û rêveberiyê re heye, divê di 24'ê hezîranê de helwesta xwe diyar bikin. Ev wêneyê li vir wêneyê piştî 24'ê Hezîranê ye. Keda karker û karker dê Recep Tayyip Erdogan rawestinin. Em dê KHK û OHAL’ê rawestînin. 1'e Gulanê dê bibe dîrok. Kesên vîna gel tune dihesibînin dê bersiva xwe bistinin. Em ne bi tenê ne. Em ne bê çare ne. Em vê yekê ji îsyana jinan a di rojên deng de derketin qadan dizanin. Yên di rojên deng de derketin qadan kesên rastîn xwediyê vî welatî ne. Em bi hevre soz bidin em vî welatê xweşik bi destê diktatoran de bernedin. Em soz didin em dê rojên xweş bibînin.    BOZGEYÎK: EM DÊ DI 24'Ê TÎRMEHÊ DE BERSÎVÊ BIDIN AKP-MHP'Ê    Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî diyar kir ku dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwist bidin îktîdara AKP-MHP'ê. Bozgeyîk wiha got: "Em qedexekirina qada Taksimê şermezar dikin. Em dê tu carî ji têkoşîna xwe tawîzê nedin. Em dê ji bo welatekî lê bê jîyîn bi hevre têbikoşin û zincîran bişkînin. Em dê destûr nedin polîtîkayên şer yên AKP-MHP'ê. Em dibêjin bijî azadî û aştî. Em ji polîtîkayên şer ên pirsgirêka kurd re dibêjin na. Em ji KHK û OHAL'ê re dibêjin na. Mîtînga 1'ê Gulanê bi axaftin û stranan berdewam dike.      TUKEL: XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ BÊ KAR DIHÊLIN   Serokê Konseya Navendi ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Raşit Tukel jî diyar kir ku d bin şertên OHAL'ê de mafê jiyanê yên gerdûnî hatine binpêkirin û wiha got: "3 hezar hekîm li dijî hiqûqê hatin îxrackirin. Niha betal tên hiştin. Mafê gel ê tenduristiyê tê asteng kirin. Lê em qet dest ji vê têkoşîna xwe bernadin. Em bi keda xwe û dilê xwe destê xwe didin jiyanê û jiyanê avadikin. Ji bo polîtikayên paşverû bi dawî bibin, ji bo dawî li lêpirsina ewlehiyê bê, ji bo tundî bi dawî bibin, ji bo dawî li komkujiya akademisyenan bê, ji bo zanîngehên xweserk û OHAL Bi dawi bibe em dê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê her dem alîgirê aştî û demokrasiyê bin."     Mîtînga 1'ê Gulanê bi axaftin û stranan berdewam dike.