Mîtînga Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir 2018-05-01 13:50:31   STENBOL - Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin, ji 2 milan ve meşiyan qada Maltepe bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng pêk anîn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Mîtînga karker û kedkaran a di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TBB'ê de li Qada Maltepe de pêk tê, bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi sed hezaran karker û kedkar bi al, pankart û dowîzên xwe qada mîtingê zîvirandin baxçeyekî rengîn. Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin ji 2 milan ve meşiyan qada Maltepe ya mîtîngê. Di pêşengiya sendîka û rêxistinên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB, bi sed hezaran karker ji milê Marmara û Anadoliyê ve serê sibê dest bi meşê kirin û hatin li qada Maltepe kom bûn. Girseyên ku bi şîara “Em dê rojên xweş bibînin" dest bi meşê kirin, bi al, berdilk û pankartên xwe daxwazên xwe û helwesta xwe anîn ziman. Bi deh hezaran kesên ku bi dirûşme û pankartên daxwazên xwe tînin ziman kedin qadê dest bi govend girtinê kirin. Bi sed hezaran karkerên ku di navde zarok, jin ciwan û kal jî hene li qadê bom bûn qad rengandin.    Bi sed hezaran kesên li qadê kom bûn, bi rêzgirtinê dest bi mîtîngê kirin. Mîtîng bi stranên koro didome. Bi ser hezaran kes niha li qadê kom bûne û al, pankart, dowîz, flema û cilên xwe qad neqişandine û daxwazên xwe tînin ziman. Li qadê pankarta bi 7 zimanan "Bijî 1 Gulan" hatiye vekirin. Li qadê ekrana mezin a LED’ê dê weşana zindî bike. Mîtîng bi koma koro û stranan didome.