Bi sed hezaran dimeşin Qada Maltepe 2018-05-01 12:50:48 STENBOL - Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin dimeşîn qada Maltepe ku mîtîngê lê pêk bînin. Di saetên serê sibê de meşê dest pê kir û bi deh hezaran kesên gihiştin qadê ketin qadê. Kedkarên ku dimeşîn qadê bê navber dirûşmeyên li dijî OHAL’ê berz dikin. Li qadê pankarta “Dê KHK biçin em dê bimînin." vekirin.  Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin ji 2 milan ve dimeşin qada Maltepe ya mîtîngê. Meşa ku ji 2 milan ve dest pê kir serê wê gihişt qada mîtîngê. Di pêşengiya sendîka û rêxistinên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB, bi sed hezaran karker ji milê Marmara û Anadoliyê ve serê sibê dest bi meşê kirin û berê xwe dan qada Maltepe. Girseyên ku bi şîara “Em dê rojên xweş bibînin" dest bi meşê kirin, bi al, berdilk û pankartên xwe daxwazên xwe û helwesta xwe anîn ziman. Bi deh hezaran kesên ku bi dirûşme û pankartên daxwazên xwe tînin ziman kedin qadê dest bi govend girtinê kirin. Bi ser hezaran karkerên ku di navde zarok, jin ciwan û kal jî hene li qadê bi coşek mezin govendê digerînin. Karker û kedkarên girêdayî TMMOB'ê bi pankarta “Li dijî saltanata we ya tarî bi înat rojên ranak ya xwendekaran e", KESK bi pankarta “KHK dê biçin em dê bimînin" û “Li dijî OHAL û şerê mêtîngeriyê bijî 1 Gulan." tev meşê bûn. Korteşa HDP'ê jî wêneyê siyasetmedarên girtî vekirin û dowîza “Demîrtaş di nava me de ye" bilind kirin. Korteja CHP'ê jî bi sirûda Gundogdu ketin qadê. Karker di meşê de bê navber strana "Çaw Bela" lê didin. Di meşê de pankartên “Bi serê xwe rizgarî nabe. An em bi hevre an qet ji me" û "Em bibin yek em dê bi ser bikevin" bal kişand ser xwe.    Dîsa li milê din xwendekarên zanîngehan jî di milekî meşê de cihê xwe girtin û bi pankartan daxwazên xwe yên ji bo xwendekarên girtî anîn ziman. Li aliyekî serê meşê gihişt qadê û ketina qadê didome. Li aliyê din di meşê de bê navber dirûşme tên berzkirin û stran tên gotin. Meşa bi sed hezaran û ketina qadê didome. Li qadê pankarta bi 7 zimanan "Bijî 1 Gulan" hat vekirin. Li qadê ekrana mezin a LED’ê dê weşana zindî bike. Li dervê qatê bi hezarn polîs bi cih bûn û ewlehî stendin.    Bi deh hezaran kesên ketin qadê di lêgerîna polîsan re derbas dibin û dikevin qadê. Polisên ku li ser karkeran lêgerîn dikin alavên wekî heste û powerbankê hildanê hundir. Mîtîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike.