‘Hin bijîşk li gorî nêrîna girtiyan wan derman dikin’ 2018-05-01 09:03:19 MÊRSÎN – Rêveberê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Ahmet Oguz diyar kir ku binpêkirina mafan gihîştiye noqteyek krîtîk û bi taybetî hin bijîşk li nêrîna siyasî dinêrin û girtiyên nexweş muayene dikin. Bi serdema Rewşa Awarte (OHAL) re li girtîgehan binpêkirina mafan a li girtîgehan dewam dike. Bi binpêkirinê re dem bi deman îşkence û zextên cuda li dijî girtiyan derdikevin holê. Rêveberê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Ahmet Oguz bal zextên li ser girtiyan. Oguz got ku bi taybetî li ser girtiyên jin zext tên kirin. Oguz diyar kir ku girtiyên ji Girtîgeha Mûşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Anamûrê kirine di hucreyên yek kesî de tên hiştin û got: “Girtiyê bi navê Faîk Budak ê li Girtîgeha Ereglî 21 meh in di hucreya yek kesî de tên ragirtin. Tenê ji ber ku neçûya qawîşên girtiyên serbixwe, hemû rêbazên li dij hiqûqî li sere tên pêkanîn.”   Oguz destnîşan kir ku girtiyên ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tarsûsê kirin e bi îşkenceyê re rû bi rû man e û wiha domand: “Ji ber îşkenceyê di mêjiyê kesekî de xesarek mezin r<û da ye. Hin bijîşk ji ber nêrîna siyasî ya girtiyan wan derman nake. Rêveberiyên girtîgehê dermankirina kelepçekirî dispêrin doktoran. Ev pêkanînên li dijî mirovahiyê ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.”    ‘EM Ê BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’   Oguz da zanîn ku xwarin gelek hindik tê belavkirin û wiha got: “Xwarina sê danan kirin e danekê. Ji bo 18 kesan rojê 20 lître avê didin. Li hin deveran pirtûk û rojnameyan jî nadin. Em ê piştevaniya bi girtiyan re li her qadê dewam bikin û binpêkirina mafan a li ser girtiyan li her deverê vebêjin. Em ê piştevaniya hiqûqî li her derê bidin girtiyan.”