Li malê tûp teqiya: 2 kes mirin 2018-04-30 23:46:32   ŞIRNEXÊ – Li gundê Katranê ku di navbera Cizîr û Nisêbînê de ye, li maleke du qatî tûp teqiya. Di teqînê de 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Katranê ku di navbera navçeya Cizîrî ya Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê de ye, li maleke du qatî tûp teqiya. Ji ber teqînê mal rûxiya û hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Mahmût Tak û kesekî din ê navê wî nehat hînbûn mirine û 11 kes jî birîndar bûne.    Gelek ambulans, ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.