Peyama Demîrtaş a 1'ê Gulanê: Em bi hev re pêşî dakevin qadan, paşê jî biçin ser sindoqan 2018-04-30 20:57:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahttîn Demîrtaş ji girtîgehê peyamek şand û 1'ê Gulanê pîroz kir. Demîrtaş di peyama xwe de got: "Pêşî em bi hev re dakevin qadan û paşê biçin ser sindoqan."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku sal û nîveke girtî ye û di Girtîgeha Edîrneyê de ye, peyamek şand û di peyama xwe de 1'ê Gulanê pîroz kir. Demîrtaş di peyama xwe de got: "Ji bo rêgirtina li ber kedxwariyê û qetliyamên karkeran em hemû bi hev re pêşî dakevin qadan û paêşê biçin ser sindoqan."   Peyama Demîrtaş ji aliyê parêzerên wî ve li ser hesabê wî yê Twitterê tevî wêneyê Demîrtaş ê di dema hilbijartinê de li înşeeatê serdana karkeran kiribû bi wan re wêne kişandibû hat parvekirin û di peyamê de ev tişt hatin gotin: "1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran pîroz be. Ji bo rêgirtina li ber kedxwariyê û qetliyamên karkeran em hemû bi hev re pêşî dakevin qadan û paêşê biçin ser sindoqan."