Qada Taksîmê bi bariyeran hat girtin 2018-04-30 20:07:35   STENBOL- Qada Taksîmê ji ber 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi bariyeran hat girtin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bişîşkên Tirk (TTB) ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin serlêdan pêk anîbûn, lê belê destûr nehat dayîn. Tevî vê yekê jî gelek kom ji bo 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin bang li hemû karker û kedkaran kirin. Lê belê ji duh ve polîs bariyeran tînin Taksîmê û ji niha ve qad bi bariyeran hat girtin.