Temellî: Gel dê çawa deng bide kesên Hecî Lokman Bîrlîk kaş kir? 2018-04-30 18:45:51   ŞIRNEX – Heyeta HDP'ê ku hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî di navde li Hezexê bi coyek mezin hat pêşwazîkirin. Temelli, diyar kir ku gel dê çawa deng bide kesên ku Haci Lokman Birlik li erdê kaş kir û wiha got: "Ev ne pêkan e. Gel wan rojan ji bîr nake."    Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi karwanek mezin piştî tûra Şirnex, Sîlopiya û Cizêrê derbasî navçeya Hezexê bûn. Temellî ku bi karwanek mezin ji Cizîrê derket, li Hezexê ji aliyê girseyek mezin ve bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê piştî li navçeya Hezexê tûr avêt, li ber avahiya HDP'ê xîtabîgel kir. Temelî, polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê kurd û herêmê rexne kir û wiha got: "Gel pir êş kişand. Vê êşê tu carî ji bîr nake. Gel dê çawa Haci Lokman Birlîk yê li pey panzêran li ser rêya hat kaşkirin ji bîr bike. Gel dê çawa deng bide kesên Haci Lokman Bîrlîk li ser rêya kaş kir. Gel dê çawa deng bide kesên ewladê wan di jêrzemînan de şewitandin. Gel dê çawa deng bide kesên ku îro li her derê tecrîd pêş xistiye. Ev ne pêkan e. Ger ku gel dengê xwe bide van kesan îro tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye dê li her derê belav bibe. Tecrîd dê Tirkiye têxe kontrola xwe. Ji bo em dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin û em rê li pêş azadiya xwe vekin divê em biçin ser sindoqan, em li sindoqan û dengê xwe xwedî derkevin."    Piştî axaftinan girsê dirûşmeya “Em biçin HDP'ê Em biçin Meclîsê" berz kirin.