Beştaş a HDP'î: Ger cesareta we hebe Demirtaş berdin 2018-04-30 16:15:12   SETBOL - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, têkildarî daxwaza cezakirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, daxuyanî da. Beştaş, hikûmet bi gotina “Ger ku cesareta we hebe hûn dê Demirtaş berdin" hişyar kir. Beştaş, diyar kir ku namzetê wan ne li gorî biryara dadgehê, li gorî daxwaza gel diyar dibe.    5'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyêye hat dîtin. Dozger der barê Demîrtaş û Onder de ji bo her kesekî 5 sal ceza xwest. Heyetê doz taloq kir. Piştî dozger ceza xwest bertek û nerazibûnên li hemberî heyeta dadgehê zêde bûn. Piştî endam û rêveberên HDP'ê ji salona danişînê derketin li ber deriyê dadgehê bertekên xwe anîn ziman. Koma HDP'ê li ber salonê dirûşmeyên "Zext me têk nabin" û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Partiyên li otoparkê rawestiya bûn, dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî hema niha" û “Heq, hiqûq edalet" berz kirin. Her çend cendirmeyan xwest mudaxale bike jî girsê bêtir dirûşmeyên xwe bilind kirin. TOMA ku li qadê sekinî bû jî xwest mudaxaleyî komê bike û bi hinceta OHAL heye destûr neda çalakî bê lidarxistin. Li derve Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, têkildarî daxwaza cezakirina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, daxuyanî da. Beştaş, hikûmet bi gotina “Ger ku cesareta we hebe hûn dê Demirtaş berdin" hişyar kir. Beştaş, diyar kir ku namzetê wan ne li gorî biryara dadgehê, li gorî daxwaza gel diyar dibe. Doz daloqi 8'ê Hezîranê kirin. Dadger beyî parastinê bigire ji dozger mutala xwest. Lê ji bîr nekin em hemû li dora Selahattin Demirtaş kom bibin em dê di 24'ê Hezîranê de hêzek mezin bi dest bixin. Em dê azadiya wî bi dest bixin. Gel dê azadiya wî bi dest bixe. Em dê bi hêvî,. wêrekî û hêza xwe bi ser bikevin. Demîrtaş û Onder bêyî parastinê bike wekî ku parastin kiribe nîşan dan. Ev peyam dibêje 'Em destûr nadin hûn parastinê bikin' Hevalê me ne bi birhyara dadgehê hatiye girtin. Dîl hatiye girtin. "    BEŞTAŞ: ME BELGEYÊN 'DEMÎRTAŞ DERNEXIN DADGEHÊ' DERXISTIN    Beşdaş bal kişand ser belgeyên veşarî û wiha berdewam kir: "Me berê jî belgeyên veşarî yên 'Demîrtaş dernexin dadgehan' derxistin holê. Der barê vê yekê de Wezîrê Dade hêj daxuyanî nedaye. Onder û Demirtaş, ji ber axatinên Newrozê tên darizandin. Axaftinên pîrozbahiya Newrozê wekî sûc tên dîtin.  Di vê dozê de AKP dê têk biçe. Em dibêjin darazê nekin amûra siyasetê. Em dibêjin ger ku cesareta we hebe Demirtaş berdin. Wê demê em bibînin ku dê di sindoqan de kî bi ser bikev. Dozger bi vîna xwe mutaala neda. Di serdema Hîtler de jî mînaka vê yekê nebû.    Em bang li Bahçelî, Enqere û Beştepe dikin û dibêjin ger ku hûn dixwazin edaletê tev li vê hilbijartinê dikin Demîrtaş serbest berdin. Namzetê me dê gel diyar bike. Em namzetê xwe li gorî biryara dadgehê diyar nakin. Gel çi biryarê bide û kê bixwaze namzetê me ew e.