40 qadên Besta ya operasyon lê berdewam dike, qedexe kirin 2018-04-30 16:14:02   ŞIRNEX - Berî hefteyekê li Çiyayê Besta operasyona leşkerî destpêkir û îro jî 40 qadên wê bi hinceta “Pergala cemawerî û ewlekariya mîllî” ji bo 15 rojan hat qedexekirin û weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hat îlankirin.    Walîtiya Şirnexê, 40 qadên girêdayî Herêma Çiyayê Bestayê ku hefteyeke operasyona leşkerî lê berdewam dike, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” îlan kir û li sivîlan qedexe kir.