Xwendekarên Zanîngehê: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin 2018-04-30 13:04:02   STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Stenbol û Marmara yên ku naxwazin zanîngeha wan bibe du perçe, bang li hemû xwendekaran û karkeran kir û xwest di 1'ê Gulanê de li dijî kedxwariyê ji bo aqil, zanistî û azadiyê di korteja 1'ê Gulanê de cihê xwe bigirin.    Endam û rêveberên sendîsayên KESK, DÎSK, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endesyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), dê sibê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li gelek bajarên Tirkiye bi tevlêbûna sed hezaran karker û kedkaran pîroz bikin. Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê amadekariyên 1'ê Gulanê temam kirin û dê sibê li Qada Maltepe ya Stenbolê bi tevlebûna deh hezaran mîtingê pêk bînin. Xwendekarên zanîngehê jî dê tevli mîtîngê bibin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên ku naxwazin zanîngeha wan bibe du perçe, bang li hemû xwendekaran û karkeran kir û xwest di 1'ê Gulanê de li dijî kedxwariyê ji bo aqil, zanistî û azadiyê di korteja 1'ê Gulanê de cihê xwe bigirin. Xwendekar dê ji bo daxwazên xwe yên perwerdehiya wekhev, azad û bê pere dakevin qada mîtîngê û daxwazên xwe yên perwerdehiya xweser bînin ziman.    Xwendekara beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Marmara Gozde Ekici, diyar kir ku gelek pirsgirêkên xwendekaran hene û wiha got: "Dema xwendekar zanîngehê dixwînin neçarin karê deve jî bikin. Îsal gelek hevalên me yên zanîngeh dixwendin ji ber karê înşaetê jî dikirin ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan.  Dema em zanîngehê xelas dikin jî em betal dimînin. Hevala me Merve Çavdar ji ber betal ma  înthiar kir. Divê em li dijî van pirsgirêkan dakevin qada 1'ê Gulanê û tekoşîna xwe  bilind bikin. Divê em li pêşeroj û azadiya xwe xwedî derkevin."    ‘3,5 MÎLYON BETALÊN BI DÎPLOMA HENE'    Xwendeara Beşa Zanistiyên Teknikê ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) Yaren Sarisaltik jî diyar kir ku ew ji gelek mafên xwe yên perwerde, cih, xwarin û yên din sûdê nagirin û wiha got: “Sozên gelek mezin didin ciwanan. Li gorî daneyên fermî, 6 milyon karkerên betal hene. Ji van betalan 3.5 milyon kes xwendkarên bi dîploma ne. Îro li şûna soza ronahiyê soza tariyê dididin ciwanan. Pêşerojek tarî amade dikin. Em dê wekî karker û kedkaran 1'ê Gulanê li qadan pîroz bikin."    ‘HEMÛ XWENDEKAR AYDÎ ÇÎNA KARKER IN'   Xwendekarê Fakulteya Zanistiyên Tenduristiyê yê Zanîngeha Îstanbulê Ferhat Ergin jî anî ziman ku ev pêşnûmeya ji bo zaningehê hem fakulteyan û hem jî zanîngehê dike du perçe û wiha got: "Sermaye bi perçekirina zanîngehê dixwaze qada xwe ya rantê zêde bike. Divê her kes li dijî vêyekê derkevin. Ji ber ku hemû xwendekar aydî çûna karkeran in. Divê hemû xwendekar û çîna karker li qada 1'ê Gulanê bibin yek."    ‘EM DÊ BIBIN KORTEJÊN DI RÊYA AZADIYÊ DE'    Xwendekara Fakulteya Zanistiyên Siyasi ya Zanîngeha Îstanbulê Şilan Delipalta jî bang li hemû xwendekaran kir ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: "Dixwazin naveroka zanîngehan û akademiyê vala bikin. Beyî ji xwediyê zanîngehan bipirsin û biryarê didin. Divê her kes li dijî pergala yek zilam, bêtir têbikoşe. Em bang li hemû xwendekaran dikin ku di rêja azadiyê de dakevin qada mîtînga 1'ê Gulanê."      Xwendekarên Zanîngeha Îstanbulê Melda Karaoglu û Hazal Çelîk jî bang li hemû xwendekaran kir ku dakevin qada 1'ê Gulanê û tev li mîtingan bibin.