Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan 2018-04-30 12:37:36   EDENE - Cenazeyên HPG’iyên di dîrokên cûda de, li Amanosan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan. Hat diyar kirin ku 20 cenaze li gora bêkesan hatine definkirin.    Ji 23’ê cenazeyên HPG’iyên di pevçûnên cûda yên di mehên Adar û Nîsanê de li Çiyayên Amanosê jiyana xwe ji dest dan, tenê 3 cenaze teslîmî mabatên wan hatin kirin.  Hat zanîn ku berê jî 14 cenaze di dîrokên cûda de li goristana bêkesan a Edeneyê  defin kirin û herî dawî 6 cenazeyên ji Osmaniyê anîn Morga Saziya Tipa Edlî ya Adeneyê jî, piştî lêpirsîna li vê derê cenaze hatin definkirin.    'CENAZE NE DI REWŞA BÊN NASKIRIN DE BÛN'   Gelek malbat serê sibê ji bo cenazeyê zarokên xwe teşhîs bikin hatin Edeneyê. Malbatan hewldan  cenazeyan li ser wêneyên li Morga Saziya Tipa Edlî yên hatibûn kişandin teşhîs bikin. Malbat Mehmet Emîn Keleş ê HPG’î ligel ku li ser wêneyan cenazeyê kurê xwe teşhîst kirin jî, cenaze nedan malbatê û ji wan ji bo testa DNA’yê mîna xwîn girtin. Malbatên din jî ji bo testa DNA’yê mîna xwîn dan. Malbatên li ser wêneyan xwestin cenazeyên xwe teşhîs bikin, diyar kirin ku li ser cenazeyan şopa şewitînê hebûn û hin cenaze jî nedihatin naskirin. Malbatan, anîn ziman ku tenê wêneyên cenazeyan nîşanî wan dane û gotin: “Gelek ji wan nedihatin naskirin.”